“Hin kes hene dibên qey pêşketinên li Rojava hemû bi desteka Emerîkayê pêk hatine. Yên ku rewşê ji nêz ve dişopînin pê dizanin ku rastî ne bi vî rengî ye. Emerîka sala 2015’an hat Sûriyeyê. Halbûkî Şoreşa Rojava sala 2012’an pêk hat.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp a vekişîna ji Sûriyeyê ji bo wan ne surprîz bû û ew li pêşberî biryarê matmayî nemane.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bû mêvanê Bernameya Taybet a radyoya Dengê Welat û bersiv da pirsên Rosîda Mêrdîn. Karayilan çalakgerên greva birçîbûnê hemû silav kirin û got, "Di serî de berxwedêrên zindana Amedê, siyasetvana hêja, pêşeng Leyla Guven û hevalên çalakger hemûyan silav dikim, sala nû li wan pîroz dikim û hêvîdar im ku bi çalakiyên wan re sala nû bibe sala demokrasî û azadiyê. Ji Silêmanî heta Hewlêrê, Mexmûrê, Rojava, Bakurê Kurdistanê û Ewrûpayê gelê me li her derê çalakiyan dike. Hemûyan silav dikim û sala nû li wan pîroz dikim."
Pêngaveke giştî û civakî ye
Karayilan îşaret bi çalakiya siyasetvana Kurd Leyla Guven kir ku 52 roj in li hepsê di greva birçîbûnê de ye, û wiha peyivî: "Çalakiyên bi pêşengiya Leyla Guven li welêt û derveyî welêt dest pê kirin veguherîn pêngavekê. Em, gel û tevger bi berxwedaneke wiha dest bi sala 2019'an dikin. Bi berxwedan û grevê dest bi sala nû dikin. Çalakiyeke civakî ye ku gel hemû di nav de ye. Pêngaveke giştî û civakî ye. Wê çaxê divê welatparêz û demokrat hemû vê çirûskê, vê pêngavê xurt bikin."
Dewamkirina xeta komployê ye
Mûrat Karayilan biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp ya vekişîna hêzên Emerîkî ji Sûriyê jî nirxand û got, "Li ser vekişîna Emerîkayê ji Sûriyeyê, beriya her tiştî dixwazim vê yekê bêjim; ev biryar ji bo me ne surprîz e. Em matmayî neman. Em bi rastiya her hêzê dizanin. Ev biryara ku bi giranî ji aliyê Serokê DYE´yê Donald Trump ve hate dayîn, dewamkirina xeta komployê ye. Weke ku tê zanîn, Emerîkayê 6'ê Mijdarê li dijî sê hevrêyên me biryarek da. Biryara vekişînê jî dewama biryara 6'ê Mijdarê ye. Careke din isbat bû, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, statuya Kurdan ne xema hêz û dewletên hegemonîk e. Dema ku li berjewendiyên wan bê bi Kurdan re hevkariyê dike, dema ku lê neyê, dev jê diqerin. Bi rengekî pragmatîst tevdigerin. Me ev karakterê hêzên hegemon baş tespît kiriye. Şoreşgerên li Rojava jî li ser bingeha xeta sêyemîn bi her kesî re têkiliyê datînin, lê pişta xwe naspêrin kesî. Ji ber vê yekê, ne bawer im ku li wir kêmasiyek rû bide."
Rojava bi hêza xwe bi ser ket
Karayilan wiha dewam kir: "Hin şaşwaz hene; ji wan we ye, pêşketinên li Rojava hemû bi desteka Emerîkayê bûne. Yên ku rewşê ji nêz ve dişopînin pê dizanin ku rastî ne bi vî rengî ye. Emerîka sala 2015'an hat Sûriyê. Halbûkî, Şoreşa Rojava sala 2012'an pêk hat. Li dijî komên çete yên El Nûsra û DAIŞ'ê salên 2013-2014'an bi hêza xwe şer kir û bi ser ket."
Dixwazin komployê bidomînin
Karayilan li ser biryara vekişîna Emerîkayê ji Sûriyê îşaret bi nerazîbûnên hin kesên di nava rêveberiya DYE'yê de kir û got: "Gelek kesên di nava rêveberiya DYE'yê de cih digirin, li dijî vê biryarê ne, biryarê rast nabînin. Ewrûpayê ev yek rast nedît û tevlî nebû. Hinekan diyar kir ku ew ê venekişin. Beriya wê, Dîwana Edaletê ya Bilind a Ewrûpayê derbarê PKK'ê de biryareke ku dikare erênî bê nirxandin, da. Dibe ku helwêsteke xurt a ku encamê biguherîne nîşan nedin, lê belê rastiya ku derketiye holê ev e: Yên ku dixwazin xeta komployê bidomînin; dewleta Tirk a faşîst û desthilatdariya heyî ya Emerîkayê ye ku ji derdoreke teng a Trûmp pêk tê. Mîna sala 1999'an ne di wê astê de ye ku gelek dewlet tevlî bibin, me tengav bikin û encamê bigirin. Lewma bingeheke welê derketiye holê ku ne tenê pûçkirina xeta komployê, derfet hene ku komplo bi temamî were têkbirin û ji rojevê were derxistin. Ev yek jî bi rengekî vekirî hate dîtin."
Xwedî hêz e xwedî alternatîf e
Her wiha Karayilan got, şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwedî hêz e, xwedî alternatîf e û wiha pê de çû: "Heta niha li ser xeta sêyemîn meşiya. Divê xwe nesipêre kesî. Heger ev şoreş bi hêza xwe karibe li ser piyan bimîne, hingî bi rastî jî dibe şoreş. Şoreşên rasteqîn bi vî rengî pêk tên. Ji ber vê yekê divê bibin îrade. Em pê bawer in ku xwedî îrade ne. Hin hêz û kes hene ku dixwazin panîkê bixin nava gel. Ev yek tiştekî ne rast e. Halbûkî xwedî siyaset, gel û hêza xwe ye.
Têkiliyên bi Emerîkayê re wê dewam bikin
Aliyê xwe yê erênî ew e; heta niha xwe nesipartiye kesî û xwe bi kesî ve girê nedaye. Dikare têkiliyên xwe yên bi Emerîkayê re dîsa jî bidomîne û destketiyan, şoreşê biparêze. Di vir de ya girîng ew e ku hêza xwe biparêze, xurt bike û xwe bisipêre hêza xwe. Ji aliyê eskerî û civakî ve divê ji xwe bawer bike û bi hêza xwe tevbigere. Ya girîng ev e. Heger bi bîr û baweriya bi hêza xwe tevbigere, wê karibe xwe biparêze û cihê xwe di nava hevsengiyên nû de bigire. Xwedî wê hêzê ye ku armancên xwe pêk bîne. Derfetên vê yekê hene."
Em ê li gel wan bin
Karayilan bi bîr xist ku ji Tirkiye, DAIŞ, Sûriye û hin hêzên din we ye ku bi çûyina DYE'yê re wê şoreş qels bibe û got, "Em pê bawer in ku Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi her awayî wê karibe xwe biparêze."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku bi navê Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ew ê timî li pişt Şoreşa Rojava bin û got, "hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn û hêzên Kurd hemû divê destekê bidin şoreşa Rojava."