Kamran Mîrzaîan, di nav refên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li dijî rejîma Îranê têkoşiya, di sala 2014’an de hat Swêdê û daxwaza penaberiya siyasî kir. Lê belê ev daxwaza wî bi îdîaya ku nekarî nasnameya xwe bi belgeyan piştrast bike, karê wî yê li Newroz TV ji aliyê rejîma Îranê ve nayê zanîn, ev daxwaza wî hatibû redkirin.


Ji bo naskirina mafê mayînê

Organa weşanê ya Federasyona Rojnamevanên Swêdê ‘Joûrnalîsten’ jî bi gotarekê, rewşa Mîrzaîan xistibû rojeva raya giştî. Piştî vê gotarê jî dost û hevalên wî yên li Swêdê dijîn, ji bo betalkirina biryara Daîreya Koçberiyê û Dadgeha Koçberiyê, her wiha ji bo naskirina mafê mayînê yê Mîrzaîan, kampanyayeke îmzeyan dan destpêkirin.


Dibe ku îdam bikin

Metna kampanyayê bi sernavê “Kamran Mîrzaîan neşîne mirinê-destûrê bide ku bimîne” hat weşandin. Di metnê de, hat gotin ku eger Mîzaîan bê vegerandin wê êşkence li wî bê kirin û dibe ku were darvekirin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe derbarê mijarê de diyar kir, redkirina daxwaza penaberiyê ya Mîrzaîan, li dijî Peymana Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî û peymanên din ên navneteweyî ne, ku mafên penaberan ewle dikin.

Kesên dixwazin tevlî kampanya îmzeyan bibin, dikarin ji vê lînkê xwe bigihînin metna kampanyayê:

http://www.skrivunder.com/skicka_inte_kamran_mirzaian_till_doden_-_lat_han_stanna


 STOCKHOLM