Kawa Nadir: Me serdana Abdullah Ocalan kir ku wê demê li deşta Bekayê bû. Ocalan gelek rêz ji Şehîd Reuf re digirt. Me li Akademiya Şehîd Mahsum Korkmaz ku cihekî perwerdeya eskerî bû, li gel Ocalan hevdîtin kir û em bi hev re axivîn.
Ji beriya bi 26 salan rojnamevan û çalakvanê siyasî Reuf Akreyî li Dihokê ji aliyê çend çekdaran ve hate qetilkirin. Heta niha têkildarî qetilkirina Reuf Akreyî ti kes nehatiye girtin. Xebata Akreyî eşkere dike ku Ocalan bi rêya wî peyamek ji bo berpirsên eniya Kurdistanî şandibû.
Di şeva 26´ê Gulanê diqulibî 27’ê Gulana sala 1993’an de li bajarê Dihokê Reuf Kamil Akreyî li ber deriyê mala xwe, ji aliyê çend çekdaran ve hate qetilkirin. Heta niha jî têkildarî qetilkirina Reuf Akreyî ti kes nehatiye girtin. Qetilkirina Reuf Akreyî piştî raperîna Başûrê Kurdistanê, wek yekem qetilkirina rojnamevan û ronakbîran li Başûrê Kuridstanê tê binavkirin. Bi boneya salvegera qetilkirina Şehîd Reuf Akreyî, hevalekî wî hinek zanyariyên nû eşkere kirin û pê ev dosya hatiye amadekirin.
Wî dijmin tirsandibûn
Dema ku Şehîd Reuf hat qetilkirin, sernivîserê rojnameya Rêgay Rencderan bû. Ev rojname bi zimanê Kurdî û Erebî dihat çapkirin. Herwiha çend pirtûkên Şehîd Reuf hebûn. Ew şoreşgerekî bi disiplîn û baweriya wî bi ked û xebata karker û rencderan hebû.
Hevrê û hevpîşeyê Şehîd Reuf, Kawa Nadir têkildarî xebat û taybetmendiyên Şehîd Reuf Akreyî got; “Zilmek mezin li serkirdeyekî mîna kak Reuf hate kirin, ew şehîd bû, tenê pênûs û bîrûbaweriya wî ji bo xebata Kurdistanê hebû. Vê yekê jî dijmin tirsandibûn, ji ber ku kesek jêhatî bû, ji bona wê di şeva 26´ê Gulanê diqulibî 27’ê Gualanê de hat qetilkirin.”
‘Destûr nedan malbat cenaze bibîne’
Kawa Nadir eşkere kir dema ku Rojnamevan Reuf hat qetilkirin, asayîşê bi behaneyên cuda destûr neda malbata wî ku cenaze bibîne û wiha dewam kir: “Dema ku hatî qetilkirin, asayîşa Dihokê cenaze bir nexweşxaneyê, derfet neda malbat bibîne. Heta niha jî ev dosye maye û heta ku gunehbarên vê qetilkirinê neyên dîtin, desthilat jê berpirs e.”
Kawa Nadir diyar kir ku Şehîd Reuf li ser xwesteka MÎT’a Tirk hatiye qetilkirin û wiha pê de çû; “Ez dipirsim ka çi bi şehîdbûna wî bi dest xistin, tenê dilê dijmin pê xweş bû. Li ser daxwaza MÎT’a Tirk di beramber pere de hate qetilkirin. Me bi Şehîd Reuf re xebat kiriye ji xwendekaran ta rencderan.”
Têkildarî serdana Şehîd Reuf Akreyî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî Kawa Nadir diyar kir ku di sala 1992’yan de li gel Şehîd Reuf, wan serdana Ocalan kiribû û got; “Me serdana Abdullah Ocalan kir ku wê demê li deşta Bekayê bû. Ocalan gelek rêz ji Şehîd Reuf re digirt. Me li Akademiya Şehîd Mahsum Korkmaz ku cihekî perwerdeya eskerî bû, li gel Ocalan hevdîtin kir û em bi hev re axivîn.”
‘Ocalan Şehîd Reuf dixist pêşiya xwe’
Têkildarî peywendiya Şehîd Reuf li gel Ocalan de jî Kawa Nadir got, Ocalan bi hevaltî nêzîkatî li gel wan dikir û gelek caran jî di dema meşê de Ocalan Şehîd Reuf dixist pêşiya xwe û li pey wî diçû.
Herwiha Kawa Nadir destnîşan kir ku Ocalan daxwaz ji wan kir ku wî weke hevalekî xwe qebûl bikin û got, niha jî dîmenek wê demê maye.
Têkidarî taybetmendiyên Ocalan Kawa Nadir wiha axivî; “Min gelek serkirde û kesayetên hizbî dîtine, kes mîna Ocalan bi baldarî guhdarî mirovan bike nîne. Ew gelek baş guh dide axaftinan û gelek zanyariyên Ocalan hene. Hinek caran gotinên me ji me re sererast dikirin.”
Aliyan li Ocalan guhdarî nekir
Têkildarî sedema serdana xwe jî Kawa Nadir got; “Serdana me ji bo wê yekê bu ku her kesek xwedî bîr û baweriya Kurdayetî be ka wê çawa li hev bicivin. Wê demê alozî di navbera aliyên Kurdistanî û Partiya Karkerên Kurdistanê de hebû. Ji bona wê me serdan kir, beriya me jî çend hizban serdana Ocalan kiribû.”
Têkildarî pêşniyazên Ocalan û anîna wan ji bo berpirsên wê demê yên Eniya Kurdistanî, Kawa Nadir got; “Mixabin me pêşniyaz radestî wan kirin, lê kesî bi ya wî nekir û kesê lê guhdarî nekir. Ji bilî Newşîrwan Mistefa, wî jî got, hûn xwe li hesinê sar didin, ji ber ku Kurd hatine firotin. Lê yên din hemûyan gelek soz dan heta hikûmeta herêmê jî wê demê soz da, min bi xwe serdana wan dikir, lê mixabin şer di navbera wan de qewimî û karesatek mezin rû da.”
ROJNEWS / HEWLÊR