Li salona civînê ya Komeleya Hemwelatiyên Azad a Taxa Hasirliyê bi beşdariya Parlementera BDP'a Amedê Nûrsel Aydogan, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş civina gel hate lidarxistin. Dİ civînê de Aydogan axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya mitînga ku dê di 14'ê Tîrmehê de were lidarxistin. Aydogan da zanîn ku gelê kurd tecrîda giran a ser Ocalan napejirîne û ji ber vê yekê ye ku her tim di nava çalakiyan de ne. Aydogan, pêvajoyê nirxand û destnîşan kir ku di serî de tecrîda li ser Ocalan, operasyonên sivîl û leşkerî gelek bûyer qewimîne. Aydogan, anî ziman ku ji ber vê yekê ew dê di vê pêvajoya girîng de li Amedê mitîngek mezin ku dê ji her warê tevlîbûn çêbibe, li dar bixin. Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş jî, bi zimanê kurdî bang li gel kir ku tevlî mitînga dîrokî bibin.
Di civînê de welatî hest û nêrînên xwe yê li hemberî tecrît û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan anî ziman û tecrît şermezar kirin.

DÎHA/AMED