Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayîlan der barê operasyona Mûsilê de got ku ew amade ne beşdar bibin û wiha axivî: “Nîqaşên ku ew hêz tevlî be, ew tevlî nebe, em bê wate dibînin. Divê em li ser pergala rêveberiya Mûsilê lihev bikin. Bila her kes tevlî şer bibe. Ji bo me jî dibêjin ku PKK tevlî nebe. Ma ne PKK’ê li Şengal, Mexmûr, Kerkûkê dijî DAIŞ’ê şer kir û alîkarî da YPG’ê ku li Rojava û Kobanê li ber xwe da.”

Murad Karayîlan bi hevpeyvînek taybet ji Newroz TV re axivî û bersiv da pirsên di rojevê de.  

Karayilan di serî de 15’ê Tebaxê li gelê Kurd û gelên Rojhillata Navîn pîroz kir û diyar kir ku ji 93´an wir ve gelek caran di navbera wan û dewleta Tirk de hevdîtin çêbûne û wiha peyivî: “Lê belê ji ber hişmendiya wan ya tinekirina gelê Kurd xilas nebûye, AKP’ê xwest ku me wek gerîlayên Tamîlî tine bike. Heta niha di hişmendiya dewleta Tirk de bi Kurdan re rûnê û pirsgirêkê çareser bike, nîne. Her tim dixwazin bi çek me îmha bikin. Dema ew neyên çareseriyê em ê bi hêza xwe çareseriyê pêk bînin û azadiyê misoger bikin. AKP dixwaze Kurdan kole û bike Tirk, ew hişmendiya ji destpêkê heta niha berdewam e. Em dixwazin bi Tirkan re bijîn, lê em Kurd in, ew jî Tirk in. Sedan salan jî me qebûl nekin, em ê dîsa têkoşîna xwe berdewam bikin.”

 

15’ê Tebaxê sînorên dagirkeran ji holê rakir

Karayilan destnîşan kir ku 15’ê Tebaxê ruhek netewî pêş xistiye û sînorên dagirkeran ji holê rakiriye û wiha pê de çû: “Wek mînak kesek ta ji Kirmaşanê diçe Dêrsimê û kesek ji Dêrsimê diçe Kirmaşanê şehîd dibe. Di sala 88’an de Mam Celal wê demê wiha digot; Çalakiya gerîla dilê me sor dike, em dizanin ku Kurd nemirine. Pir bandora 15’ê Tebaxê wê li ser Başûr çêbû. Raperîna 91’an a Başûr ji serhildana Nisêbîn û Cizîrê ji hev cuda nîne. Ji hevdu bandor bûn. Ji xwe Rojavayê Kurdistanê ta ji 85’an ve destpêkirin û tevlî bûn. Ji bo Rojhilat jî her wisa, piştî Qasimlo bêdengiyek hebû ku bi pêngava 15’ê Tebaxê re hêviya ji bo têkoşînê çêbû.”

 

Êdî peymana Lozan bê wate bûye

Her wiha Karayilan êrîşa Asayişa Silêmanê ku li ser xwepêşandarên “Azadî ji bo Ocalan” bi bîr xisti û ji bo êrîşê ev tişt got: “Ez hêvî dikim ku aloziya ku li Silêmaniyê çêbûye, êrîşa li ser xwepêşanderên ji bo azadiya Rêber Apo, ne ji navendê ve hatibe kirin. Beriya ku Mam Celal nexweş biketa, xwestekên wî hebûn ji bo kampanyaya ji bo azadiya Serok Apo. Em hêvî dikin ku her kes destekê bide kampanya azadî ji bo Serok Apo. Gelê me li Başûrê Kurdistanê çalakiyan dikin, ev bi rûmete, em dişopînin. Îro di Herêma Rojhilata Navîn de şerek heye û wê hê jî berdewam bike. Êdî peymana Lozan ku Kurdistan parçe kiriye, bê wate bûye.”

 

Em amade ne, beşdarî operasyona rizgarkirinê Mûsilê bibin

Karayilan îşaret bi operasyona muxtemel a Mûsil û Reqa kir û got ev amade ne ku tevlî operasyona rizgarkirinê bibin û axaftina xwe bi vî rengî berdewam kir:  “Mûsil û Reqa ji bo DAIŞ’ê gelekî girîng e. Hemû hêz dibêjin em li dijî DAIŞ’ê ne. Wê demê bila tevlî bibin. Nîqaşên ku ew hêz tevlî be, ew tevlî nebe, em bê wate dibînin. Divê em li ser pergala rêveberiya Mûsilê lihev bikin. Bila her kes tevlî şer bibe. Ji bo me jî dibêjin ku PKK tevlî nebe. Ma ne PKK’ê li Şengal, Mexmûr, Kerkûkê dijî DAIŞ’ê şer kir û alîkarî da YPG ku li Rojava û Kobanê li ber xwe da. Tirkiye jî ji bo armancekî li Başîka ye, ne ji bo ku Mûsil rizgar bibe. Divê lihevkirinek li ser rêvebirina Mûsilê ya piştî rizgarbûnê hebe. Ez vê dizanim ger DAIŞ wek ku niha li Minbicê li ber xwe dide, li Mûsilê jî wisa li ber xwe bide, wê bangî me jî bikin ku em tevlî operasyonê bibin. Em amade ne, ji bo vê yekê. Hêzên me fedayî ne, bi tecrûbe ne. Hêzên niha li dijî DAIŞ’ê şer dikin bi piştigiriya balafirên Koalîsyonê pêş de diçin lê em wek PKK bê piştgiriya wan jî dikarin şer bikin. Li Şengalê jî ev derket holê, kes nehat alîkariya me, lê li gel ku DAIŞ’ê du caran jî êrîş kir, nekarî pêş de were. Em bi baweriya xwe li hemer DAIŞ’ê disekinin. Em dixwazin jî beşdar bibin. Kê dikare û hêza wê heye bila beşdar bibe.”

 

Di nava Kurdan de fermandariya hevbeş

Her wiha Karayilan diyar kir ku hêzên Kurdî divê fermandariyek hevbeş tevlî operasyona Mûsilê bibin û derbarê vê yekê de wiha peyivî:” Pêwîst e fermandariyek hevbeş di navbera Kurdan de hebe. Fermandariya hevbeş divê piştî rizgarkirina Mûsilê bi Iraqê re jî hevbeş tev bigere. Lê peymanên bi welatên din re ne rast in. Em ji bo tola ewqas jinên ku niha li Mûsilê girtîne û her wiha ji ber ku Mûsil ji bo Kurdan xwedî girîngiyek dîrokî ye jî, dixwazin Kurd tevlî operasyona Mûsilê bibin. Ji bo wê jî divê em Kurd tevlî bibin lê bi fermandariyek hevbeş re ev yek pêkan e. Ji bo pereyan em bikevin Mûsilê û derkevin, nabin. Divê bernameyek siyasî ya rêkûpêk hebe.

 

Şerta me ya esasî hevbeşbûna hêzên Kurdî ye

Ez fam nakim ev du sal in ji bo Mûsilê nîqaşên wisa sergirtî çêdibin, ji bo çi ye. Mirov fêhm nake, divê nîqaş eşkere bên kirin. Hikûmeta Iraqê û ya Kurd divê bi hevbeşî vê xebatê bimeşînin. Em bixwe ji vê yekê re amade ne. Em dikarin tevlî jî bibin. Ger hêzên Kurd yek bin, em jî dixwazin tê de cih bigirin. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de wê rola me jî girîng be. Şerta me ya esasî hevbeşbûna hêzên Kurdî ye.”


Dema me xwest em ê şer bikin


Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayîlan ji bo Rojhilatê Kurdistanê û partiyên siyasî yên vê derê ev peyam da: “ Divê Kurd nebin aliyek şerê mezhebî. Bi taybet ji bo gelê me yê Rojhilat ev yek derbasdar e. Şerê mezhebî li herêmê texrîbatan çêdike. Neyaran ev şer li dar xistine. Divê em Kurd li dijî şerê mezhebî bin. Pêwîste li Rojhilat di vê demê de em ne şerê çekdarî, xebata siyasî, çandî û hunerî bidin meşandin.


Şerek giran bi Îranê 

Di demek wiha de şerek giran bi Îranê re wê Kurdan bixe bin xizmeta Siûdî û Tirkiyê. Divê KODAR û PJAK yan jî PDKÎ û Komele vê rastiyê li ber çavan bigirin. Divê em Kurd xwe nekin amûrê destê kesî ku dema me xwest em şer bikin. Komara Îranê jî siyaseteke çewt dimeşîne. Darvekirina Kurdan tiştek nîne ku em qebûl bikin. Pêwîst be em ê li ber xwe bidin, mafê xwe yê bersivdayînê em ê bikar bînin. Lê divê hevsengiya herêmê were li ber çavan girtin. Îran sînoran digire û hêzên xwe li Kurdistanê bicih dike. Divê Îran dest ji van siyasetên xwe berde. Îran divê Kurdan qebûl bike, bi diyalogê pirsgirêkê çareser bike. Îran nikare bi şer pirsgirêka Kurd çareser bike. Li hember Îranê divê em xwedî helwest bin lê hevsengiyên herêmê li ber çavan were girtin. Gelê me li Rojhilat divê xwe tevger bike, xwe xurt bike. Em xebat û têkoşîna wan bi rêz dibînin.”