Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di bernameya Polîtîk Alan a Med Mûçe de axivî û mijarên girîng ên di rojevê de nirxandin. Duran Kalkan dazanîn ku Mûsil navendeke mezin a siyasetê ye û got: “Şerê li Mûsilê di heman demê de di warê siyasî de guhertin û rêveçûna siyaseta li Rojhilata Navîn diyar dike. Ji bo jinûve dizaynkirina Rojhilata Navîn, xwedî girîngî ye."
‘Ji bo çareseriyê girîng e’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan da zanîn ku Mûsil ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd xwedî girîngî ye û weha pêde çû: “Berê ji pirsgirêka Kurd re pirsgirêka Mûsilê dihat gotin. Pirsgirêka Kurd bi lihevkirin û bazara li ser Mûsilê derkete holê. Pergala modernîteya Kapîtalîst li Mûsilê li ser parçekirin û înkara Kurdan li hev kir. Piştî wê pêvajoya qirkirina Kurdan li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat destpê kir. Qederê 90 salan e, ev pêvajoya qirkirinê dewam dike.”
‘PDK û dewleta Tirk di nava hevbeşiyê de ne’
Kalkan behsa planên Dewleta Tirk û PDK li ser Mûsilê jî kir û weha gotinên xwe dewam kirin: “PDK û AKP´ê li ser Mûsilê li hev kir. Tirkan hêzên xwe li Başîka bi cih kir. Di encama vê lihevkirinê de gelek kes perwerde kirin û şandin Mûsilê. Tê gotin ku hêzek nêzî 30 hezarî ne ku jê re Heşd El Wetenî tê gotin. Me wê demê jî got; Girîngiya Başîka ev e; DAIŞ hatiye, wê here û li şûna wê ji bo ku hêzeke din negire, hêza xwe amade dikin. PDK û dewleta Tirk li ser vê yekê li hev kirine û bi rastî jî hêzekê amade dikin. Hêza ku amade kirine zextê li Emerîka û Bexdayê dike ku ew operasyona Mûsilê bikin û derveyî wan ti hêzeke din nekeve operasyonê. Lê belê dema ji Ramadî encam derneket û Bexdayê dît ku wisa nabe, bi hêzên PDK û Iraqê Mûsil nayê rizgarkirin.”
Kalkan dibêje, planke AKP´ê ya di biwara Mûsilê de heye, di vê çarçoveyê de PDK´ê bi kar tîne û bi ya wî divê ev nebe û nede biakranîn.
‘Mûsila demokratîk çareseriya mayînde ye’
Duran Kalkan bal kişand ser berxwedana hêzên HPG û YJA Starê û YBŞ’ê li hemberî DAIŞ’ê û got: “Di Tebaxa 2014’an de ku DAIŞ’ê êrîşî Şengal, Mexmûr û Kerkûkê kirine hêzên HPG û YJA Star li ber xwe dan mudaxele kirin. Pêşiya qirkirina Êzidiyan girtin, Hewlêr parastin, di xeta Kerkûk û Mexmûrê de êrişên DAIŞ’ê şikandin. Bi nêrîna min pêwîst e Hêzên HPG, YJA Star û YBŞ, artêşa Iraqê, PDK, YNK û hêzên Başûrê Kurdistanê bi desteka Emerîka Mûsilê rizgar bikin û Mûsila demokratîk çêkin. Ya herî rast jî ev e û ya mayînde jî ev e. Çareserkirina pirsgirêka Kurd ji pêkanîna vê yekê derbas dibe, wê pirsgirêkên Iraqê jî wisa çareser bibin."
‘Pêwîst e Kongreya Neteweyî çêbe’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan li ser îdîayên şaşîtiya PKK´ê û hişyarkirina jî got, PKK Kurdbûnê û mafê Kurdan diparezê û weha dewan kir: "Li ser esasê azadiya Kurdan, biratiya gelan û azadiya wan diparêze. Rojhilata Navîn a demokratîk diparêze. Berovajî vê, hevkariya bi AKP’ê re wê ziyanê li Kurdan bike, Kurdê hingê wê Mûsilê jî ji dest bidin. Ji bo wê jî pêwîst e her kes hişyar û hesas be. Mûsil rewşek tevlîhev e. Wisa mijara rizgarkirina wê bi heyecanê dibe, lê belê wisa hêsan jî nîne. Hêsanbûna rizgarkirina Mûsilê bi yekîtiya Kurdan ve girêdayî ye. Yekîtiya Kurdan wê hemû tevlîheviyan ji holê rake û wê pirsgirêka Mûsilê, pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn çareser bike. Ji bo wê jî pêwîst e Kongreya Neteweyî çêbe. Em banga xwe ya ji bo yekîtiyê dubare dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN