Dr. Zerdesht Haco, li ser navê Navenda PEN’a Navneteweyî bang li endam û hogirên PEN’a Kurd kir û xwest her kes ji bo azadiya Nedîm Turfend îmzeya xwe ji navenda wan re bişîne.
Dr. Zerdesht Haco, li ser navê Navenda PEN’a Navneteweyî bang li endam û berendamên Navenda PEN’a Kurd kir û xwest ji bo nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) serbest bê berdan, îmzeyan bişînin. Navenda PEN’a Navneteweyî, destnîşan kir ku Nedîm Turfent ev 1000 roj e girtî ye û wiha got, “Nedim Turfent, peyamnêrê ajansa DIHA´yê di 12’ê Gulana 2016´an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin. Dewleta Tirk davêje ber, ku ew ´endamê rêxistineke têrorist´ be û ´propagandaya têrorizmê´ bike; em ji bo wî dest bi çalakiya daneheva îmzeyan dikin.”
Navendê xwest ji bo berdana Nedîm Turfent îmze ji navnîşana ku li ser navê Nedîm Turfent hatiye vekirin, nedimtuerfent@pen-kurd.org re bişînin.
Navendê da zanîn ku îmzeyên hatin komkirin, ew ê jî dê ji PENa Navneteweyî re bişînin. Navendê destnîşan kir ku kesên dixwazin îmzeya xwe bişînin, tenê divê nav, paşnav û bajar an jî welatê xwe binivîsin û ji maîla: nedimtuerfent@pen-kurd.org re bişînin.
AMED