Bavê Lence ji Bajêrê Germîyane û Diya wê Ji Helebçeye. Lence ji zarokaniya xwe dest bi muzîkê û stranbêjyê kiriye lê salekê bi şêwekê profişinal û mudrên dest bi muzikê kirye. Lence di hunera Kurde de dixwazît destpêkê dengê nemiran zindî bike û muzika kilasîk ya berê bi şêwekê profişinal û mudrên pêşkêşî gelê xwe bike. Lence di mawê salekêda karî nizî 11 stranên filklor û yên hunermendên nemir nujen kir û pêşkêşi gelê xwe kir Muzîka hemu stranên ku ji aliyê Lence ve hatîne nujenkirin ji aliyê hevjînê wê Zana Tar Ve Hatîne jenîn û Amadekirin. Lence di wê baweryêda ye ku her hunermendek serkeftî gereke stranên filklor yên gelê xwu û yên hunermendên berê yê gelê xwe bêje ewên hunera Kurdî dewlemend kirî. Lence di hunera xweya stranbêjyêda hezkiryê Dengê resenên Kurdine mina mamelê, Hesen Zirek, Tahir Tofiq û gelekên din u di hunera xweda mifa ji hunera wan hemyan werdigrit. Lence weke kezek dixwazit di paşerojêda stranên kurmanci ji bo gelê xwe pêşkêş bike ji bo vê yekê jî bi gelek kesan re axifiye ji bo çêkirna stranên kurmancî. Hêvya Lence ewe ku rojekê vegerîte welatê xwe û stranên xwe ji bo gelê xwe bêje. Heza Lence ewe ku di paşerojêda bikare konsertan li bakur, başûrirojhelat û rojava bike û hunera Kurdî bi şêwekê nujentir û mudrêntir bi gelê xwe bidete naskirin. 

DÎHA/DUHOK