Li bajarê Nantes ê Franseyê ji bo kampanyaya îmzeyan stand hatin vekirin. Kurdan li ber standa ku li Qada Commerse danîn bal kişandin ser greva birçîbûnê ya ku di girtîgehên Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê de ketiye roja 47’emîn. Endamên Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî li herêma Bretagne ragihandin ku heta niha li herêmê nêzî 5 hezar îmze hatine berhevkirin û li bajarê tenê Nantesê jî 850 îmze hatine berhevkirin.
NANTES