Li eyaleta Elmanyayê Bayernê, polîsan meha Tîrmehê avêtibû ser kampekê ku ciwanekî Kurd lê bû û dest danîbûn ser wêneyên Ocalan û ala Ciwanên Azad. Lêpirsîna ku li ser mijarê dest pê kir, didome.

Polîsên Bavyerayê, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Ciwanên Azad ji xwe re kiribûn hincet û Tîrmeha bihurî, avêtin ser kampeke penaberan a li bajarokê Gablingenê li nêzî bajarê Augsburgê. Polîsan odeya penaberê Kurd Abdurrahman Bîçen sexî kir û dest danî ser wêneyê Ocalan, ala Ciwanên Azad û telefona destan a Bîçen. Lêpirsîn dewam dike.

Ode ye? Na gelemperî ye!

Li gorî agahiyan, polîsan li ser îxbarekê lêpirsîn daye destpêkirin û bi ser kampê de girtiye. Dadgeha Herêmê ya Augsburgê bi biryareke ecêb, destûr da dewama lêpirsînê bi hinceta ku odeya Bîçen a li kampa penaberan ‘cihekî li gel vekirî ye’ ango gelemperî ye. Axir ji ber ku di çarçoveya qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê ku xwe nasipêre biryareke hiqûqî lê biryareke siyasî bû, wezareta karê hundir a Elmanyayê Adara 2017´an wêneyê Ocalan û ala Ciwanên Azad jî qedexekiribû, niha lêpirsîn dewam dike.

Jixwe li Bayernê polîs weke gayê har, çi tişta elaqedarî Rojava, YPG, YPJ jî dibîne, dike sedema serdegirtin û doz û cezayan.

 

MUNCHEN