Mehmûd Osman derbarê têkiliya xwe û Ocalan de diyar kir ku ji sala 1978’an ve ew Ocalan nas dike û bi vî rengî peyivî: “Gelek peywendiyên min li gel Ocalan hene. Dema Ocalan li welatê Îtalya bû, ez çûm cem û 3 şevan li wir mam. Me gelek hewl da ku li wir bimîne û neçe.”

 

Divê kampanyayeke berfireh bê destpêkirin

Her wiha Mehmûd Osman diyar kir ku ji bo azadiya Ocalan divê kampanyeyên heyî bên berfirehkirin û wiha peyîvî; “Niha metirsî li ser jiyana Ocalan heye. Divê ji aliyê Kurdan ve ji bo azadiya Ocalan kampanyeyeke mezin bê destpêkirin. Kampanyeyek di asta gelemperiya cîhanê de be. Ji bo zext li ser dewleta Tirk çêbe û Ocalan azad bibe.”


HANA AZAD/ROJNEWS/HEWLÊR