Di salvegera qirrkirina Ermenan de, Tabûra Ermenan a Şehîd Nûbar Ozanyan hate avakirin.

Tabûrê bi daxuyaniyekê da zanîn ku zarokên Ermenên sirgûn ên serdema qirrkirinê, li Rojava ji bo xurtkirina şoreşê, di serî de DAIŞ li dijî êrişên faşîst ên dewleta Tirk, ji bo parastina Rojava hatine ba hev û wiha dewam kir: “Heger artêşeke gelekî tinebe, tu tiştekî wî gelî tine. Me jî ji bo parastina gelê Ermen û gelên Rojava tabûreke mutewazî ava kir.”

Tabûrê got, Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan “ji bo pêçana birînên gel û ji bo hesappirsînê hatiye avakirin” û wiha dewam kir: “Avakirina tabûra me yek ji gava destpêkirinê ya fermandar Nûbar Ozanyan e, yê ku li hemberî DAIŞ’ê şer kiriye. Ev gava me ji bo rêxistinkirina gelê Ermen û parastina wan û şoreşa Rojava ye.

Tabûra Ermenan a Ş. Nûbar Ozanyan ne bi tenê di warê eskerî de, di warê îdeolojîk, çandî, civakî û hînbûna zimanê zikmakî de jî wê xwe birêxistin bike. Qirrkirin wê careke din bi ser me de neyê. Em ê bi xwebirêxistinkirinê şoreşa xwe mezintir û geştir bikin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN