Senatorê Emerîkî John Kennedy pêşniyazeke guherandina qanûnê kir da ku hêzên eskerî yên Emerîkî li Sûriyê ji bo parastina Kurdan karibin hêzê bi kar bînin. Ev pêşniyaza hanê, bi navê Biryara Destûra ji bo Bikaranîna Hêzê ji bo Parastina Kurdan li Sûriyê hat kirin. Ev pêşniyaza hanê weke temamker yan jî guherandina Qanûna Xurtkirina Ewlekariya Emerîkayê li Rojhilata Navîn hatiye amadekirin. Bi vê guhertinê tê pêşniyazkirin ku destûra serokê DYE´yê hebe ku ji bo parastina Kurdan li Sûriyê hêzên eskerî bi kar bîne. Di pêşniyazê de tê bibîrxistin ku hêzên hikûmeta Sûriyê, hêzên çeteyan û "tehlûkeyên din ên ji derve" gefan li Kurdan dixwin.

Senator John Kennedy yê ji partiya komarxwaz ji bo sedema vê pêşniyaza xwe dibêje, "Kurdên Sûrî ji bo şerê me yê li dijî DAIŞ´ê li Sûriyê esas bûn, û nabe ku em wan li wir tikîtenê bihêlin. Ev guhertina qanûnê wê parastina hevgirên me yên Kurd misoger bike û rêza em ji ber alîkariya wan a di şerê li dijî DAIŞ´ê de ji wan re digirin, nîşan bide."

Senator wekî din bi bîr dixe ku Wezîrê Karên Derve yê Emerîkî Mike Pompeo ji bo Kurdan dibêje, "Niha em hewl didin ku cihekî wan jî li ser maseyê hebe." Ew gotinên serokê DYE´yê Donald Trump jî ji bo argumentasyona xwe wiha bi kar tîne: "Bi dehhezaran Kurd mirin di şerê li dijî DAIŞ´ê de. Ew bi me re, ji bo me û ji bo xwe mirin. Û em vê ji bîr nakin."

 

WASHINGTON