Guhdarvan dikişîne nava bûyeran û dixe nav dirokêk zindî. Kêli dike rastî û bi her kesî re parve dike. Ji ber ku her kes parê xwe digire dibe çand.

Dîsa kombûnên vî rengî ruhek hevpar diafirîne û ev yek hişmendiya Kurdinî ava dike. Aliyek din jî, parçê jiyanê ku hatiye jiyîn, bûne cewhera jiyanê bi gotinan ve rengek nû digire. Dîsa guhdarvan bi giranî zarok bin jî, ev tevgera çandî parkirinek bihêz diafirîne, komên cuda tîne gel hev, hevparî avadike, fêrbûnan mayinde dike û dibe bingehek ji bo çanda Kurd.
Çanda dengbêjî bi ger û dîtin ve mirovên cuda ra dikevê têkiliyê û dilê xwe bi muzîk ra tevli dilên cudatir dike. Parkirinek çandî dibe hebûnek sereke di mayindekirina çand de. Di komunalbûna Kurd de taybetmendiya herî bingehîn devkîbûna wê ye. Vegotin dibe isbata jiyanê mirovên Kurd. Muzîk ji di van ispatan da rolê herî giring dileyîze. Heta heta asta ibadetê de ye.
Ji xwe beriya hatine îslamiyetê, niha jî di tariqatên derveyî îslama serdest de, bi enstrumanekî ve ibadet kirin ya herî xwezayî ye.

Çîrokbêj û dengbêj

Her dengbêjek jî li gor herema xwe rengek ser zêde dike. Ev yek diyardeya zindîbûna çandê ye. Ev yek hêza yekparê bûna heremî û giştî ye. Ji xwe ya gelerî wiha tê avakirin. Hevparbûyin û renginîbûyin wiha derdikeve holê. Û her kes bi xwedî derketina çanda xwe, heman demê de xwedî çanda giştî jî derdikeve. Di çandek wiha de mirovên xwedî temen jî ji xwe dibin dîrok. îro hişmendiya civakê bi keda çîrokbêj û dengbêjan ve zindî dimîne. Dîsa terzê muzîkê ku terzê têkiliyên teng, stranbêj û guhdarvan derbasdike hene. Terzên ku bi hev re tên gotin pir in. Dîsa terzên ku weki pirs û bersiv tê gotin pir in. Ev hemû bi komunalbûna Kurdinî ve giredayî ye. Ji bo Kurdên ku navserê çiyayan de, deştên mezin de dijîn bilûr jêneger e.
Def ne tenê enstrumaneke ji rêze ye ku mirov ber dilanê bike. Heman demê de alavek nuçegihanê ye. Amurek peyam şandinê ye. Dîsa dema koçberî zêde zêde dihat jîn û çandinî bingehê jiyanê bû, di van deman de defa koçberiyê hebû. Defek ev defê ku em dizanên pir pir jê mezintir hebû û dema tevgerê, dema konvekirinê, dema konvedanê dihat bikaranîn.

Xaka Kurdistanê

Di komunalbûn û hişmendî avakirina dengan de rolê defê jî divê neyê piçuk dîtin. Û ji ber vê sedemê jî, dive dengê defê baş bê guhdarkirin. Ji ber ku civakê Kurd, qirêjiyên çanda mêrsalarî wekî iqtidarbûn, mêtingerî pêşxistin, dewletbûn nejîne, ruhê azadî zêdetir dijîn. Û vê ruhê bi rengek zindî ji parastine. Taybetmendiya neolîtîkê ya azadîxwaz, wekhevîxwaz û xwezayî, jiyana komunal, hemû zindiyan Heval ditîn, ketiye ruhê her yek ji wan. Bi vê terzê jiyan, taybetmendiyek dijî koledarî û teslimkarî avakiriye. Ne teslîm dibe, ne jî teslîm digire.
Xaka Kurdistan di aliyê bawerî û çandî de cudabûnên rengin di nav xwe de dihewîne. Ji xwe cudabûn, rengînbûn şertek hebûnê ye. Û ev qanuna gerdunî bi qasî xaka Kurdistan di nav gelê Kurdistanê de jî bi awayekî berbiçav tê dîtîn. Ev cudabûn bi terzê jiyana eşîrtî ve girêdayî ye. Û bi taybetmendiya ax, çandîni, sewalan xwedîkirin, hewa, terzê bawerî û hin taybetmendiyên cuda ve dikeve têkiliyê û cudahiyên rengîn derxistiyê holê. Ev yek bi rengek xwezayî wêneyek Kurdistanî çêdike. Û dibe bingehek ji bo rêxistinbûnên konfederal ku di cewher de bihevrabûna cudahiyan e.
Desthilat nebûyina çandek, ferznekirina rengek ji bi vê yekê ve giredayî ye. Ji bo her etnisiteyek hebûna xwe biparêze û bijî ev yek dibe taybetmendiyek jiyanî. Ev rewşê ku tê jîn nirxek exlaqî ye. Û hin deman êriş zêde bûne, hêzên desthilatdar êrişên xwe li ser etnisiteyan zêde kirine. Di van deman de ev nirxê exlaqî hatiye binpê kirin lê dîsa jî bi rengek xurt hatiye parastin ku heta îro tune nebûye. Ji ber ku koka vê çandê di ax da, di zinaran da, di hewa û av da, di mirovan da û di civakbûnê de hatiye çandin.

Civaka Komunal

Dijî şoreşê ku em dibêjin şikênandina yekemîn a mezin ya çandî, di cewher de şikênandinek zayendî li ser jinê ye. Ev yek tê wateya şikenandina çanda jinê. Bi giştî jî dema em temaşe bikin, em dibînin ku bi vê re hemû nirxên jinê û nirxên ku derdora jinê de hatine avakirin, wekî nirxên jiyana komunal, hemû hatine şikênandin.
Civaka şaristaniyê, li gorî nirxên komunal yê dayikê, li gorî feraseta exlaq tê wateya ketinê. Civaka komunal, civaka hucre ya dayikî ye. Ku hîna didome. Hemû hunandina civakê de wekî bermahiyek be jî hebûna xwe didomîne. Jêneveger e. Û heta dawiyê mirovahî dê mayende jî bibe. Çawa ku hucra dayikê laşê mirov bi giştî xwedî dike, dema pêwist baş dike yan jî nû de înşa dike, civaka komunal ya dayikî jî, di hemû civakan da hebûna xwe didomîne.
Bi qasî ku koletiya jin tê kurkirin û jin ji aliyê şaristanî ve ji civakbûna xwe bê qutkirin, rola jin ya parvekirinê, wekhevîxwazî, xwazayî jî, ji taybetmendiya civakîbûnê dûrdikeve, lawazdibe û kesên civakê êrişê şaristaniyê re vekirî dihele. Û pê re jî li şuna parvekirinê milkperestiyê kesî, şuna belavkirinê li gel xwe komkirin digire, jê şun ve jî hemû taybetmendiyên komunal berovajî dibe. Bi qasî ku şaristanî tê înşa kirin, nirxên komunal tê lawazkirin, tê bênirxkirin û bi mirov ra hemû parçeyên jiyanê dibin meta. Pîrozbûna exlaq, azadîxwazî û wekhevîxwazî û hemû nirxên komunal, di mêzina pergala şaristaniyê de derveyî pîvandinê ye.


Dengê xwezayê
Baweriyên pirxweda ya zindîperest, wek hişmendiyekê pratikî ya jiyana curbecurbûnê esas digire ye. Her komek, qabîle yan eşîr, çanda xweyî manewî, li ser çanda madî ya ku pê jiyana xwe didomîne avadike. Hinek diçe ser çiyayan guh dide dengê xwezayê. Dengê xwezayê tevli dengê dilê xwe dike. Duayan dike û agir pêdixe. Beriya hilatê rojê şiyar dibe, ax, av, mirov û rojê bi hezkirin û rêzdarî ve pêşwazî dike. Baweriyên bi vî rengî, bi êrişên vekirinê (bi zimanê erebî fetih=vekirin) ve jî komkujiyan hatine derbaskirin, hinek hatiye teslîm girtin, yê nehatî girtin ji hatine kuştin, yê xilasbûyî bêwar hatine hiştin û di literatura dewletê de bûne qaçax.
Tu tişt bi qasî qaçaxbûna mirovan li ser axa dayikê, bi qasî jê qutbûyinê, azadiya mirovan bandor nake û naruxîne. Mirovê Kurd jî hema hema hemû cureyên civakê ve, vê rewşê wekî statuyek jiyan kirine û bûye zehmetkêşê şaristaniye.


FÎDAN NURHAK