Zêdetirî 2 hezar çalakvanên medenî û mafê mirovan yên Îranî, ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê Ramîn Hisên Penahî îmze avêtin bin nameyekê û ew pêşkêşî rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên navneteweyî kirin.

Li gorî malpera Kampanyaya Parastina Zindaniyên Siyasî û Medenî, di nameya ji bo betalkirina cezayê darvekirina Penahî de tê gotin, “Em wek kesên ku ev name îmze kirine, daxwaza betalkirina cezayê darvekirina Ramîn Hisên Penahî dikin. Di van deman de dîwana bilind a welat li Îranê daxwaza ji nû ve lêkolînkirina dosyaya Ramîn red kiriye û metirsiya darvekirina Ramin Hisên Penahî ya piştî cejna Remezanê mezin bûye.”

Ji nû ve li dosyayê mêze bikin

Her wiha, di nameyê de tê gotin, armanca darvekirinê çavtirsandina mirovan e û bi vî rengî dewam dike: “Ji bo vê, em daxwaz ji dadwer dikin ku ji nû ve rahêje dosyaya Ramîn Hisên Penahî û cezayê darvekirinê betal bike.”

Hêjayê gotinê ye ku beriya bi du rojan parêzerê Ramîn, Hisên Ehmed Niyaz diyar kiribû ku daxwaza ji nû ve rahiştina dosyaya Ramîn, ji aliyê dîwana bilind a Îranê ve hatiye redkirin. Her wiha birayê Ramîn, Ehmed Hisên Penahî jî ev agahî piştrast kiribû.

 

NAVENDA NÛÇEYAN