Daxuyanî ji aliyê serokê KURDÎ-DER’a Amedê Selahattin Gultekîn ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku serdema nû ya destpêka dibistanan hat û dîsa dê zarok dest bi dibistanan bikin û wiha hat gotin: “Dîsa zarokên Kurdan ji mafê xwe yê herî xwezayî ku zarokên hemû gelan pêk tînin bêpar bimînin. Disa dê bi zimanekî biyanî dest bi perwerdehiyê bikin û di aşên pişaftinê de werin helandin. A herî kambax jî dê zarokên Kurdan hebûna xwe bi sondê, ji bo hinekên din diyarî bikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gorî lêkolinên zanistiyan zarokên ku bi zimanê dayika xwe perwerdê bibînin, xwendin û nivisînê hîn bibin bêtir çalak in, jîr in û jêhatî ne û daxuyanî wiha berdewam kir: “Zarokên ku diçin dibistanan mafên van ê perwerdehiya bi zimanê dayikê heye. Bêguman herî qenç zarok bi zimanê dayîkê divê xwendin û nivîsê hîn bibin.” Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di Peymana Mafê Mirovan a Gerdûnî ya xala 26’emîn a benda 3'yemîn de hatiye diyarkirin ku; ‘biryara hilbijartin û şêwaza perwerdehiya zarokan, mafê dayik û bavan ê bingehîn e’ û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê êdî dewlet dev ji polîtîkayên xwe yên xapandinê berde. Divê zimanê Kurdî li dibistanan û zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê. Ji ber ku perwerdeya zimanê dayikê di rojeva hikûmeta AKP’ê de tuneye mirov dikeve nava fikaran. Divê li hemberî van pêkanînan em ji bo zimanê xwe têbikoşin.” Piştî ku daxuyanî bi dawî bû girseyê ku tevli daxuyaniyê bûn çepikan lêxist û dirûşmên ‘Bê ziman jiyan nabe’ berzkirin. 

AMED