Pêşangeha ku bi wêneyên girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ji 94 girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên girtin ve ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û ji bo piştevaniya Rojava hat vekirin, pêşandana wan berdewam dike. Pêşangeha ku di 8'ê çileyê de li Navenda Çand û Hûnerê ya Cigerxwînê hat vekirin, dê heta 20'ê çileyê vekirî bê. Di pêşangeha hatî vekirin de heta niha zedetirî 20 wêneyan hatin firotin. Dê pereyên ku ji pêşangehê bên bidest xistin, ji bo piştevaniya Rojava bên şandin.
Dibê ku li bajarên din jî vebe
Endama koordînasyona ku bi pêşangehê êleqeder dibe Halîme Akbay diyar kir ku difikirin ve pêşangeha ku hatî vekirin li hin bajarên din jî bidin pêşandan. Akbay bilêv kir ku dixwazin pêşangehê bibin bajarên herêmê yên wekî Mêrdîn, Êlih, Wan û bajarên din yên wekî Stenbolê jî. Akbay anî ziman ku şûna taboloyên ku tên firotin yên nû datînin. Akbay da zanîn û eleqeya ji bo pêşangehê li gori rojên dest pêkê hinekî kêm bûye.
Akbay armanca pêşangehê bi bîrxist û dest nîşan kir ku ji bo bîranîna 3 têkoşerên jin ên hatin qetilkirin û piştevaniya gelê Rojava pêwistî bi xwedîlêderketinê heye ji ser vê yekê jî banga bihistiyariyê kir ku welatî bên pêşangehê bigerin.
AMED