Li Herêma Kurdistanê zextên li ser rojnamevanan zêde dibe. Rojnamevanê herêma Raperîn li ser binçavkirina rojnamevan Zûbêr Biradostî û Biryar Mihemed axivîn û bang li parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin da ku li dijî binçavkirinan dengê xwe derxin. Rojnamevan Renc Osman diyar kir ku hemû armanc, bêdengkirina dengê azad e, û got: “Ji bo pêşî li rastiyan bê girtin, hemû tiştî bi kar tînin. Hikumeta Herêma Kurdistanê nimûneyek ji wê ye. Dema ku rojnamevan kêmî û kurtiyên desthilatê derdixin holê zext li ser çêdikin û danûstandinên cûda dikin. Gelek caran rojnamevan ji ber karê xwe lêdanê dixwin tên kuştin û binçavkirin. Nimûneya herî zindî jî, binçavkirina peyamnêrê RojNews û NRT’yê Zûbêr Biradostî û Biryar Mihemed in.”
Dengê xwe derxin
Rojnamevan Diyarî Mihemed jî got: binçavkirina rojnamevana bi ti awayî rast nîne û ne rewa ye. Bêdengiya parlamentoya Herêma Kurdistanê cihê rexneyê ye. Beriya ku rêxistinên navneteweyî li ser parastina rojnamevanan dengê xwe derxe, diviya bû parlamentoya Herêma Kurdistanê dengê xwe derxistiba. Ji ber ku binçavkirinên bi vî awayî binpêkirina destûra parlamentoyê ye.”
RAPERÎN