LUQMAN GULDIVÊ


Weqfa Jina Azad a Rojava bi gelek projeyên xwe yên civakî, siyasî û aborî çalak e li Kurdistanê û bi projeyên piştgiriyê li Ewrûpa jî piştghiriyê birêxistin dike. Nûnera berpirs a weqfê li Ewrûpa Meike Nack li ser mijarê peyivî û got, her kesa dixwaze dikare bi rengekî di nava piştgiryê de cihê xwe bigire û di avakirina piştgiriya şoreşa Rojava de cihê xwe bigire. 

Meike Nack yek ji jinên di şoreşa jinê de û nexasim jî li Rojava çalak e. Ew endama Weqfa Jina Azad a Rojava ye û di heman demê de nûnera berpirs a Weqfa Jina Azad li Ewrûpayê ye. Karê sereke yê nûneriya Ewrûpayê ew e ku projeyan ji bo piştgiriya Rojava bisêwirînin, bipêşbixin û pêk bînin. Yek ji projeyên herî dawî û balkêş jî ew e ku pirtûkek ji bo zarokên beriya dibistanê were amadekirin. Ji bo vê bi înîsîyatîfa Profesor Renê van der Maur çavkaniyên madî hatine terxankirin û bi beşdariya xêzvaneke Fars û dildarên ji gelek welatên Ewrûpayê bi rengê projeyeke navneteweyî bi pêş dikeve.

Meike Nack bi îhtîmam îşaret bi girîngiya hizra “weqfeke şoreşger” dike û dibêje, “Lewma em dixwazin piştgiriyeke wisa biafirînin ku bi fikrên azadiya civakî, jinê, gelan afiriye. Ango bi wekhevî ava bibe. Ji ber wê jî tişta em dikin wisa ye ku hem Ewrûpiyên piştgir, ji Şoreşa Rojava gelek tiştan fêr dibin, nexasim jî ji Tevgera Jinê. Di heman demê de bi vê piştgiriyê li Rojava minaqeşe û gotarên nû ava dibin. Ji ber vê karê me gelekî berfireh e.”

Meike Nack bi îhtîmam dibêje, ew kar, projetên xwe û biryarên wan bi ekîban dikin û dimeşînin. Ango di amadekirina projeyan de ne biryarên ferdî û şexsî belê biryarên komî yên ekîban hene.  


Piştgirî erê, lê dewamkirina têkoşînê?

Li ser projeyên şênber ku weqf halê hazir bi wan dadikeve, van agahiyên hanê destpêkê dide: “Rojava di bin ambargoyê de ye, di heman demê de ew dixwaze xwe di her warî de ji nû ve ava bike. Herçî ji nû ve avakirine, divê em zanibin ku rewşeke pir dijwar a ruhî heye ku li paşxwehiştina wê jî zehmet e; trawmatîze bûna mirov, tesîra şer li zarokan gelekî dibe.”

Di vê çarçoveyê de Meike Nack îşaret bi projeyeke balkêş a komek terapîst kir ku çûna wan a Rojava beriya niha hat astengkirin: “Ew niha fîlman çêdikin; ji tevgerên din ên wek Arjantîn, yan jî wek Çîapas, El-Salvador, li van deran ji bo dermankirina kesên trawmatîzebûyî karekî çawa hat meşandin, li vê hat nihêrîn. Agahdariyên wan bi terzê fîlman hat tomarkirin. Ew hatin wergerandinî Kurdî û wan bişînin Rojava. Bi vî rengî di warê psîkolojiya şer, penaberî, psîkolojiya nava malbatê çawa tê avakirin, ev jî di nav fîlman de heye. Li aliyê din jî wek terzekî taybet, em dixwazin sûdê wergirin ji tecrûbeyên tevgerên din di warê li paş xwe hiştina trawmayê û dewamkirina têkoşînê de.”


Wêje ji bo piçûkan

Nack wekî din behsa projeya nivîsandin û çapkirina pirtûkên zarokan jî dike, ku weke projeyeke navneteweyî bi nav dike ji ber beşdariya kesên ji gelek neteweyên cihê. Pirtûka behsa wê tê kirin ji bo zarokên beriya dibistanê ye. Qisma destpêka ya projeyê ew e ku çîrokeke ji bo zarokên piçûk sêwirandî, ji bo çapê bi Kurdî û Holendî bête amadekirin; da ku li Holende jî ev çîroka ji wêjeya Kurdî bête fêmkirin. Piştî ku pirtûk bi du zimanan li Holenda hat çapkirin, wê heman pirtûk li Rojava tenê bi Kurdî der biçe. Xwedî înîsiyatîfê destpêkê yê projeyê Profesorê Birêveberiya Hunerî ya zanîngeha Amsterdamê Renee van der Muer e. Wî ji bo çapkirina pirtûkeke zarokên beriya dibistanê fînansman amade kir, şêwekareke resmên ji bo zarokan a Fars jî amade ye resman xêz bike. Weke çîrok jî wê sêwirandineke wêjeyî ji bo zarokan bê tercîhkirin. Ji bo mijarê Meike Nack dibêje, “Renee van der Muer carekê çû Rojava û dixwest bi pirr aliyan piştgiriya Rojava bike û dike jî. Ew pirr hez ji zarokan dike û pirr hez ji zarokên Kurd jî kir û xwest bi vê pirtûkê piştgiriya wan bike. Zimanê Kurdî li Ewrûpa jî  destek bike û zimanê Kurdî û wêjeya wê bide nasîn jî. Wî tercîh kir vê ji bo zarokên beriya dibistanê yên diçin baxçeyê zarokan bike. Ji ber vê jî pirtûk wê hem bi Kurdî û hem bi Holendî hebe, ji bo Rojava wê tenê bi Kurdî be. Di dema pêş de konseptên cuda jî dikarin derkevin pêş. Ev gava destpêkê ye û armanc ew e ku piştî ku çapkirin û belavkirina pirtûka yekemîn hat biserxistin, pirtûkên din jî bi heman rengî werin çapkirin.”


Ji pirtûkxaneyekê ber bi pirtûkxaneyekê ve

Li Holenda wekî din pirtûkxaneyek heye, bi me re kar dike. Kurekî Kurd xwest piştgiriya Kobanê bike. Wî çend sazî û înîsiyatîf li bajarê xwe anîn cem hev. Bi rêveberiya pirtûkxaneyê bi wan re kar dike. Dixwazin pirtûkên Kurdî bikirin û bişînin pirtûkxaneyeke li Kobanê. Ew ê hem pirtûkan bişînin û hem jî dixwazin mekanê pirtûkxaneyê ava bikin. Di heman demê de armanc ew e ku piştgiriya zimanê Kurdî li Rojava bikin, da ku li wir çavkaniyên xwendinê yên Kurdî peyde bibin û werin afirandin. Ev proje nîşan dide ku her kesa dixwaze alîkariyê bike dikare bibe xwedî înîsiyatîf û tiştekî bi pêş bixe.


Xweseriya aborî ji bo hemû projeyan heye

Nûnera Weqfa Jina Azad a Rojava a Ewrûpayê, bi bîr dixe ku di hemû projeyan de xweseriya aborî ew li pêş digirin û ji bo vê jî weke weqf di projeyên xwe de bipêşxistina alternatîfan li pêş digirin, lewma li gorî wê “çiqas alternatîf hebin, mirov ne mecbûrî, mînak dermanên buha yên ji Ewrûpayê ye”. 

Ji bo xweseriya aborî Meike Nack dergûşxane û baxçeyên zarokan ên li Rojava mînak nîşan dide û dibêje, “Berê ev baxçeyên zarokan tinebûn. Niha komun baxçeyên zarokan çêdikin û mesref bi temamî bi alîkariya malbatan tê dayîn. Mesref pirr zêde nîne, lewma meclîs yan jî komun mûçeyan didin. Ango bi kêmkirina mesrefan jî ev xweseriya aborî tê misogerkirin. Lê belê em kooperatîfan jî ava dikin. Koperatîfeke çandiniyê ya Til Temirê gelekî serketî bû ku zebze hilberandin. 13 jinên ku divê debara xwe û debara malbata xwe bikin li vir dixebitin. Me karekî ekolojîk jî meşand. Niha 2 parkan ava dikin, parkên jinan, yek li Qamişlo yek li Serê Kaniyê. Di nava van de em dixwazin koperatîfa kafeteriya vekin û cihê ji bo baxçeyê zarokan, perwerdeyê, lê cihê lîstokan jî wê hebe.”


Em hevkariyê ava dikin

Weke fikreke din jî heye, projeyeke avahîsaziyê, ciwan hene dixwazin biçin Rojava û li wir ji bo jinên bibar û zarokan nexweşxaneyekê ya rastî ev polîklînîkekê ava bikin. Ev konsepteke ji Elmanya sosyalîst mayî ye ku ji bo gel baş bû. Ji bo vê du ekîb hene, yek li Rojava û yek li Ewrûpa. Ew dixwazin bi awayekî ekolojîk nexweşxaneyê ava bikin. Bi hev re minaqeşe dikin, ka çawa dikarin bi hev re ava bikin. Ji bilî ekîba diçe, hawîrdoreke wan heye ku agahiyan li ser projeyê belav dike. Bi vî rengî mirovên ku piştgiriya Rojava dikin, her diçe gav bi gav zêde dibin. Her kes dikare cihê xwe di nav vê piştgiriyê de bigire. Hinek ji avahîsaziyê fêm dike, hinek doktor in, hinek ji wergerê fêm dikin û dikare cihê xwe di nava ekîban de bigire. Em bi vî rengî hevkariyê ava dikin. Ji bilî van saziyên hevkar jî hene, wekî Medico International ji Swîsreyê, li Elmanyayê Jinên Katolîk hene ku di warê tenduristiyê de bi me re kar dike. Li Ingilistanê Femînîst Trust heye, li Holenda Weqfa Jinan a Navneteweyî heye ku bi me re kar dikin.




Gundê jinan  projeyeke înternasyonalîst e


Li ser gundê jinan ku projeya weqfê li Rojava ye, Meike Nack dibêje, “Wek tevgera jinan em gelek tiştan ava dikin, lê gundê jinan taybet e. Lewma hemû jin û rêxistinên wan dikarin hizr û fikrên xwe di nava avakirina vî gundî de bi cih bikin. Gund pêşeng e li Rojava bi terzekî ekolojîk û demokratîk tê avakirin. Belê, fikr û hizra jinên tevahiya cihanê dikarin di navê de cih bigirin. Jin li hemû cihan vê mijarê minaqeşe dikin. Pirs çê dibin: Hûn dixwazin filan tiştî çawa bikin? Filan tişt wê di warê ekolojîk de, birêveberiyê, avahîzasiyê de çawa be? Van pirsan dişînin gund. Ekîba gund, van pirsan minaqeşe dike, bersiva wan dide û hem jî fikrên van kesên ev pirs şandî jî dikevin nava projeyê. Ev jî gundî bi hêz dike. Lewma jî, ev projeyeke bi rastî jî înternasyonalîst e. Avahîsaziyê destpêkiriye, ji ber ku niha germ û tav e, bi hezaran kerpîçên qalibkirî hatine hazirkirin. Du malên pêşî hatine vakirin, binesazî temam e û navenda gund jî hatiye diyarkirin. Avakirina gund dewam dike, ji bo wî piştgirî jî lazim e. Em jî vê piştgiriyê li vir, li Ewrûpa birêxistin dikin.”




Bi nexweşneketinê tenduristî


Projeyeke din a ku Meike Nack girîng dibîne, projeya tenduristiyê ye ku bi sazî û hekîmên Ewrûpî re yên ku dixwazin biçin serdana Rojava, tê bipêşxistin. Projeyeke din a ku Meike Nack girîng dibîne, projeya tenduristiyê ye ku bi sazî û hekîmên Ewrûpî re yên ku dixwazin biçin serdana Rojava, tê bipêşxistin. 


Meike Nack dibêje, “Mirov dikare saziyan çawa ava bike, mirov çawa rast rahêje mijara tenduristiyê. Wek nimûne, gelo bi dermanan tu girêdana bi dermanan re ava dikî, yan jî bi zanîn û perwerdeyê, çiqasî tu dikarî tenduristiya xwe misoger bikî. Ango mirov dikare pêşî li nexweşiyan bigire. Em minaqeşeyên wisa dikin. Li Qamişlo komîsyonên tenduristiyê hene. Komîsyonên tenduristiyê yên jin bi weqfê re kar dikin. Em semîneran çêdikin da ku haydariya tenduristiyê û pêşîgirtina li nexweşiyên vegir. Em komîsyonan perwerde dikin ka mirov dikare çi bike.

Rast e li Rojava rewşeke şer heye, xwarin kêm e, derman kêm in. Rewş ne îdeala ji bo mirov bibêje, de heydê em baş û pak tenduristiya xwe biparêzin. Psîkolojî jî di vê rewşê de bandoreke neerênî dike. Lê belê dîsa jî em semînerên dermanên xwezayî, semînerên xwarin çawa ji tenduristiyê re baş e, em didin. Dîsa dersên hîjyen û paqijiyê em ji van komîsyonên tenduristiyê yên jinan re û bi giştî ji jinan re organîze dikin. Armanc ew e ku jin bi malbat û taxa xwe re bibin alîkar.”

Heman sîstema tenduristiyê tevî rewşa zehmet li nav wargehên penaberan jî hatiye rûniştandin, û ji kesên pispor ên tenduristiyê, çi dermannas, çi hekîmên Kurmancî yên cebirandina hestpûyan, yên di wargehan de jî sûd hatiye wergirtin û ew bûne endamên komîsyonên tenduristiyê. Meike Nack bi bîr dixe ku di nava wargehan de komun hatine avakirin, û ji her komunê nûnerekî tenduristiyê heye.