Di şeva piştgiriyê de ji Partiya Demokratîk a Gel (HDP) ê parlementera Mêrdînê Gülser Yildirim, ji Rojava yê Kurdistanê li ser navê PYD ê hevseroka Kantona Efrinê Sinem Mihemed, Nûnera Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) Fatma Goksungur wekî axaftvan beşdarbûn. Dîsa di bernameya şevê a çandî de jî,Hûnermend Sosin, Pinar Yildiz, Çetin Oraner, Koma Erbanê a bi navê Mezopotamya a jina û sinevizyonê cîh girtin.  Di şevê de li ser navê Komîta amadekar ji Înisiyatifa Jinên Kurd ê Ewropa Yildiz Aktaş û Nûnera Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) yê Fatma Goksungur axifîn.

Hevseroka Kantona Efrînê Sînem Mihemed  bang li dewletên Ewropa, Emrika û dewletên derdor kir ku helwesta xwe ya li hemberî DAÎŞ zelal bikin.
Parlementera HDP’ê Gulseren Yildirim ji axivî û di axaftina xwe de, bal kisand ser berxwedana bê hempa a Kobanê û diyar kir ku dewleta Tirk a ku bi salane nikare li hemberî Tevgera Azadî ya Kurd bi ser bikeve, niha dixwaze li Rojava bi destê DAIŞ’ê bi ser bikeve. 


ABDURRAHMAN KARATAŞ)STUTTGART