
Li navçeya Şirnexê Silopiyayê, Abdullah Goren ê 35 salî, her çi qas wek berê arezû û rexbeta ji bo dergûşên ku li herêmê wek “landik” û “mehdik” tên zanîn nemabe jî, wan çêdike. Ev 18 sal in ku Goren li atolyeya xwe ya 50 metrekareyî dergûşan çêdike. Goren, li Şirnex û gundên wê darên hewra peyde dike û ji bo dergûşan wan amade dike. Piştî ku dar tên amadekirin, Goren ji van daran çîteyên 25 santîmetreyî çêdike û ji bo nerm bibin bi qasî 2 saetan wan di nav ava kelandî de dihêle. Paşê, ji bo bên bikaranîn hefteyekê di nav ava nîvgermî de û herî dawî ev çîte bi presê tên xwarkirin, hefteyekê jî di qaliban de dimînin. Paşê çîte şiklê hêkaniyî werdigirin û piştî tên zimperekirin yeko yeko tên mîxkirin û dergûş çêdibe. Teqrîben rojê 5 dergûş tên çêkirin û buhayê wan di navbera 60-80 lîreyî de diguhere. Ev dergûş bi temamî ji malzemeyên xwezayî tên çêkirin lê her diçe rexbeta ji bo wan kêm dibe.
Keda dest nagire
Goren, diyar kir ku wî di 17 saliya xwe de li ber destê bavê xwe dest bi vî karî kiriye û li gel hemû astengî û şert û mercên neerênî jî wî hewl daye ku ev pîşeyê bav û kalan jîndar bimîne. Goren, anî ziman ku ji ber teknolojiyê ew beramberiya keda xwe bi dest naxe û got: “Karekî zehmet e. Ji bo vî karî xwêdan divê. Lê belê li gel ew qas ked û tabê jî, bi zor û heft bela rizqê malbata xwe bi dest dixim. Di dema qedexeyên derketinan kolanan de min nikaribû heqê kirêya xwe jî derxînim.”
Ji bo zarokan baştir in
Goren, dest nîşan kir ku di çêkirina dergûşan de divê madeyên kîmyewî neyên bikaranîn û ev yek ji bo tenduristiya pitikan baştir e û got: “Rexbeta ji bo van dergûşan tine ye. Bêtir mobîlyayên hazir tên tercîhkirin. Pitikên ku di van dergûşan de tên razandin baştir mezin dibin. Ji ber ku madeyên kîmyewî di wan de tinene, di warê bêhnstendin û vedanê de bi ti pirsgirêkan re rû bi rû namînin.” Goren, dest nîşan kir ku carinan ew malzemeyên ji bo çêkirina dergûşan peyde nake û wiha axivî: “Tedarîkvanên li herêmê jî bêhtir mobîlyavanan tercîh dikin. Çimkî, êdî malzemevan jî rêzê nîşanî vî karê me nadin. Bêhtir difiroşin cihên ku pereyan zêde didin wan. Bêhtir qîmetê didin molbîlyavanan.”
Dixwaze kesekî hîn bike
Goren, diyar kir ku ji bilî wî li bajêr hosteyên ku dergûşan çêbikin tine ne û got, xema wî ew e ku ew pîşeya xwe hînî kesekî/ê bike û wiha pê de çû: “Piştî min kesek tine ye ku vî karî bike. Şagirtên li cem min dixebitîn jî berê xwe dan cem mobîlyavanan. Ji ber ked û zehmetiya wê zêde ye, şagirt jî xwe nadin ber. Lê ez dixwazim karê xwe fêrî hin kesên din bikim.
BÊRÎVAN KARATAŞ/DÎHABER/ŞIRNEX