Jina Kurd a bi navê Yeter Polat ku li Berlînê ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin, hat veşartin. Li paytexta Elmanyayê Berlînê jina Kurd a bi navê Yeter Polat ku 5 zarokên wê hebûn, ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Emîn Pehlîvan ve bi şêweyekî hovane hate qetilkirin. Cenazeyê Polat di saet 10:00’an de piştî nimêja li mizgefta li Colombiadammê hate kirin û şûn de ji bo definkirinê ber bi gundê Qosar ê li Rihayê ve hat birêkirin.
Di merasîma cenaze de li gel Meclîsa Jinan a DEST DAN û Rêveberên Meclîsa Gel a NAV-DEM’ê jî girseyek qelebalix cih girt. Di merasîmê de wêneyên Yeter Polat hatin rakirin. Cenaze, bi ala Tevgera Jina Kurd TJK-E’yê ve hate pêçan û li ser milê jinan bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” ve hate hilgirtin. Di tevahiya merasîmê de tundiya zilam û qetilkirina jinan hate protestokirin.
ANF / BERLÎN