Komîteya Têkiliyên Diplomasî a TEV-DEM`ê li bajarê Qamişlo bi armanca nirxandina kar û barên Projeya Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk, bi nûnerên Partiya Asûrî a Demokratîk, Kombenda Ciwanên Sûriya Dayik, Kombenda Sivîl a Xiristiyanan re civiyan. Civîn bi tevlîbûna Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl û endamên Komîteya Têkiliyên Diplomasî Hekem Xelo, Ebdilkerîm Omer û Taha Şêxmûs li navenda Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya TEV-DEM`ê li bajarê Qamişlo hate lidar xistin.Endamên komîteyê di civîna girtî de bi nûnerê Kombenda Sivîl a Xiristiyanan Davûd Xerzanî, nûnerê Partiya Asûrî a Demokratîk, Wail Mîrza û nûnerê Kombenda Ciwanên Sûriya Dayik Şerbel Hemû re kar û barên Projeya Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk û rêbazên karên hevbeş yên xizmet û ewlekariyê hatine nirxandin.
QAMIŞLO