Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez da xebatên xwe yên li Ewropayê. HDP, di serî de ji Elmanya, Fransa, Hollanda, Swîsre, Belçîka, Îngilîstan, Swêd, Awûstûrya û Danîmarkayê dixwaze ji gelemperiya Ewropayê 400 hezar dengî bi dest bixe. HDP’ê ji bo vê yekê jî li hemû bajar û welatan komîsyon ava kiriye. Ev komîsyonên ji 9 hezar kesî, li hemû bajar, navçe û semtên Ewropayê karê hilbijartinê dimeşînin.
Hevseroka KCD-E Dilşah Osman ev bang kir: “Li Ewropayê dema qeydkirina hilbijêran, di 27’ê Adarê (îro) bi dawî dibe. Her kesên ku heta niha qeyda xwe çênekirine, di roja dawî de divê qeyda xwe çêbikin. Ji bo vê, derdora xwe jî hişyar bike. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku lezê bidin xebatên xwe. Ji niha û pê ve jî divê xebatên bikaranîna dengan werin destpêkirin.”