
Li hemberî spekulasyonên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin, pêr jî li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. Kurdistaniyên ku bê navber çalakiya didomînin gotin heta ku ji Ocalan agahî werin standin wê li qadan bin.
BOCHÛM: Li bajarê Bochûm ê Elmanya yê Kurdistaniyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî dane destpêkirin. Çalakî kete rojan 5’an. Kurdistnaî hatin cem hev û gotin ,’’Heta ku ji Rêbertiya me agahî were standin em ê li qadan bin.’’
KASSEL: Li bajarê Kassel ê Elmanyayê jî Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad bi rengekî sembolîk girtîgeha girtî ya Imraliyê çêkirin û sîstema tecrîd û êşkenceyêya Imraliyê şermezar kirin. Ciwanan gotin, ‘’em dixwazin derbarê ewlehî û tendirustiya Rêbertiya xwe agahiyê bistînin.’’
MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî Kurdistanî bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan li ber gara Mahnneîm hatin cem hev, xwestin ku derbarê tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyê bistînin.
BONN: Li Bonnê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek hevdîtin û çalakî hatin kirin. Kurdistaniyan dosya pêşkêşî Meclîsa Şaredariyê ya Bonnê û nûnertiyên Partiyên Siyasî yên Elman kirin. Her wiha li ber nûnertiya NY’yê çalakiyeke girseyî hate kirin û derbarê ewlehî û tendirustiya Ocalan dosya radestî nûnertiya NY’yê hate kirin.
ROMA: Li paytexta Italyayê Romayê derbarê azadiya Ocalan xebatên dîplomatîk û çalakî didomin. Bi wesayita reklamê ya Panoloyê li gelek deverên bajêr tecrîda li ser Ocalan hate destnîşankirin, azadiya Ocalan hate xwestin.
LONDON: Li paytexta Îngilîstan Londonê jî bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad li ber Kîng Cross, stestyona herî şên a Londrayê ji bo azadiya Ocalan çalakî hate kirin.
Endamên Jinên Ciwan ên Azad tîşortên bi nivîsa, ‘’ ‘Freedom for Abdullah Ocalan-Ji Ocalan re azadî’ li xwe kirin.
GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûyayê, Kurdistaniyan berê xwe dan keleha dîrokî û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê daliqandin. Li Schlossberg Platzê, ku qada kelehê ye, saet di navbera 11:00 û 17:00 de mîtîng hate lidarxistin û kon hate vedan.
VIYANA: Li paytext Viyana ya Avûstûryayê ji bo Rêxistina Efû yê ya Navneteweyî têkildarî ewlehî û tenduristya Ocalan dosyayek hate dayîn. Komeke nedamên Komeleya Jinên Kurd ên Viyanayê dosya pêşkêşî nûnerên Rêxistina Efûyê kirin.
ZURÎH: Li bajrê Zurîh ê Swîsreyê ji bo ewlehî û tenduritiya Ocalan çalakiyek hate kirin. Çalakiya ku li Attstetten Bahnhofûnê hate kirin pankarta bi nivîsa “Baldar be Tirkiye, cîhanek bê Ocalan em ê di serê te de hilweşînin” hate vekirin. Çalakiya ku têde belavok hatin belavkirin bi dirûşman ve bi dawî bû.
PARÎS: Li pênc herêmên paytexta Fransa Parîsê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Bi sedan Kurdistanî li Drancy li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li hev civiyan û pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re”, wêneyên Ocalan vekirin û dirûşma “Azadî ji Ocalan re” dest bi meşê kirin. Çalakgeran li ser tecrîdê gelek belavok belav kirin.
Bi banga NCDK a herêma Vîllîers Le Bel jî bi sedan Kurdistanî li ber gara trenê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşma “Azadî ji Ocalan re” heta avahiya NCDK’ê meşiyan.
Li herêma Normandîayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Mantes la Jolîe, Kurdistanî li ber garê li hev civiyan.
Kurdistaniyên li Vîlleûneûve-Saînt Gorgesê jî li ber avahiya şaredariyê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” vekirin û belavok li ser tecrîdê belav kirin.
Li banliyoya Evry a Parîsê jî Kurdistanî li ber gara trenê ya Grgniyê li hev civiyan û heta ber avahiya şaredariyê meşiyan.
CREÎL: Li bajarê Creîl ê li nêzî paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya jin û ciwanan meşek hate organîzekirin.
Meşê ji ber gara Creîlê dest pê kir û di dema çalakiyê de bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî daxuyanî ji çapemeniyê re hate xwendin.
MONTPELLIER: Li Montpellîerê jî çalakî dewam dikin. Di çalakiya rêjeya jinan tê de zêde, dirûşmên “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin. Li ser avahiyeke bilind a Montpellîerê ala PKK’ê hate daliqandin û bal kişandin ser tecrîdê.
HÎLVERSÛM: Li bajarê Hîlversûm ê Hollandayê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengtiya DEM-NED’ê de li ber avahiya televîzyona NOS’ê çalakiyek hate lidarxistin. Heyetek ku ji du kesan pêk dihat, dosyayek têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û armaca çalakiya wan pêşkêşî rêveberên televîzyonê kirin.
EMMERÎCH: Li ser banga NCKD a Emmerîchê Kurdisanî li pêşiya Emmerîch Banhofê kom bûn, rejîma AKP’ê protesto kirin. Piştî axaftinan meş hate lidarxistin. Di axaftinên tevahî meşê de heta kirin, bal kişandin ser azadiya Ocalan û tenduristiya wî. Çalakî piştî banga tevlîbûna çalakiya ku wê 21’ê Cotmehê li Dusseldorfê bê kirin û şûnde bi dawîbû.
BERN: Li Swîsreyê jî Kurdistanî ji bo ewlehî û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser piyan bûn. Kurdistanî li Bernê li ber stesyona trênê ya Bernê hatin cem hev, mîtîng û çalakiya rûniştinê kirin.
BASEL: Ciwanên li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, xwestin ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin. Komên bi zimanê Elmanî dirûşm qîriya, posterên Ocalan vekir û der barê tecrîdê de agahî da.
NAVENDA NÛÇEYAN