Derket holê ku ji bo ji serokçeteyê dewleta Tirk Tayyip Erdogan re bibe reklam, birîndarê ji bin xirbeyên avahiya di erdheja li Xarpêtê de hilweşiyayê saetekê rawestandine. Li gorî rojnamevan Serdar Akînan, ambulans li cihê bûyerê bûye, birîndar ji binê xirbe hatiye derxistin, lê vî birîndarî saetekê didin sakinandin da ku gava Erdogan hat, li ambulansê suwar bikin. Rojnamevanê hanê ji ber ku ev helwêsta ne insanî ya Erdogan û hevalbendên wî derxist holê, xistin ber lêpirsînê.