Li ser navê malbatên Roboskiyî Velî Encu di 79. hefteya komkujiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Encu got, "Îro, di ser komkujiya Roboskî re 554 roj derbas bûn, lê hînê gavek dilê me malbatên Roboskî rehet bike, heta niha nehatiye avêtin. Hînê xwîn ji dilê me tê û êşa roja destpêkê dijîn. Mehkemenekirina kiryarên ewçend zelal û li ber çavan nîşan dide ku li Tirkiyê mirovahî qediyaye. Em ji tevahiya raya giştî re diyar dikin, ku hukûmeta AKP'ê ya di her mijarê de xwe li ser her tiştî dibîne, wê di bin komkukjiya Roboskî de bimîne. Beriya çend rojan Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Şahîn dabû xuyakirin ku welatiyên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane, wê têkevin statuya şehîdan û wê ji her malbata welatiyekî re kadroyek bê dayîn. Em ji vê derê ji herkesî re îlan dikin ku heta kujerên komkujiya Roboskî neyên dîtin û darizandin, emê ti pereyê qirêj ê dewletê qebûl nekin. Hînê beriya çend rojan der heqê 100 mirovên me de lêpirsîn vekirin û li her yek ji mirovên me 3 hezar TL cezayê pereyan hatibû birrîn. Samimiyeta van, ji dilbûyîna van, bi tenê polîtîkayên wan ên qirêj û faşîst ên li ser me dimeşîn e. Ji aliyekî ve qala aştiyê dikin, ji aliyê din ve jî li Licê gule li gelê sivîl direşînin. Em ji malbata hevalê xwe Medenî Yildirim sebir û ji birîndaran jî şîfa dixwazin. Em weke malbatên Roboskiyî vê êrişê bi tundî şermezar dikin û dixwazin berpirsyar bên cezakirin. Em dixwazin hukûmeta AKP'ê û Serokwezîr dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin. Em ne aştiyeke devkî, aştiyeke rastî dixwazin."


'Ev biryar ji bo nixumandine ye'

Encu da xuyakirin ku biryara dadgeriya Danîmarkayê ya betalkirina lîsansên MMC, ROJ TV û NÛÇE TV nayê qebûlkirin û got, "Em dizanin ku ev biryar ji bo nixumandina zilma li Kurdistanê hatiye dayîn e. Weke ku tê zanîn, roja komkujiya Roboskî rû da, çapemeniya li Tirkiyê ya navendî, nexwest komkujiyê bibîne, hewl da komkujiyê rewa nîşan bide û ket nava hewldanên manîpulekirinê. Ya ku ev komkujî hînê di saeta destpêkê de bi raya giştî re parve kir, ROJ TV ye. Ji ber vê yekê em bang li hukûmeta Danîmarkayê dikin, ku tavilê ji vê biryara xwe ya şaş vegere. Em eşkere dikin, ku ji bo hukûmeta Danîmarka ji biryara xwe ya şaş vegere, dest bi kampanya îmzeyan dikin. Îmzeyên li Roboskî hatin komkirin, emê ji hukûmeta Danîmarkayê re ragihînin." 

ŞIRNEX




HDK'ê li dijî Danîmarka nerazîbûn nîşan da

Meclîsa Amed a Kongreya Demokratîk a Gelan bang li Danîmarkaya ku lîsansa kanalên, NÛÇE TV, ROJ TV û MMC betal kir da ku wê biryarê paşde bikişîne.
Di daxuyaniya ji aliyê meclîsê hat kirin de hat destnîşankirin ku di merheleya 2’yemîn a pêvajoya çareseriyê de gengeşeyên ku pêvajoyê sabote dikin li pey hevdu rû didin û biryara Dadgeha Kopenhagê ya der barê ROJ TV, NÛÇE TV û MMC de jî di vê çarçoveyê de hat nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat ziman ku bi israr  gelê Kurd ji mafê agahî wergirtina bi zimanê xwe bêpar tê hiştin û ev maf tê astengkirin. Daxuyanî wiha berdewam dike: “Betalkirina lîsansan darbeyeke mezin e ya li hemberî çapemeniya azad û bi awayekî azad agahî û nûçe wergirtina gelê Kurd. Di demên pêşiya me de em ê bibînin bê ev biryar di encama çi bazariyan de hatiye girtin.”
Di berdewamiya daxuyaniya HDK’ê de ev xusûs tên destnîşankirin: “Gelê Kurd tu carî serî li hemberî neheqiyan netewandiye û bêdeng nemaye. Em bang li gelê xwe yê li herêmê, Ewropa û her wiha parêzvanên çapemenî û ragihandina azad dikin da ku li NÛÇE TV, ROJ TV û MMC xwedî derkevin. Û em bang li Danîmarkayê jî dikin da ku tavilê dest ji vê biryara dij-huqûqî berde.” 

AMED




Çapemeniya azad nayê astengkirin
Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê ya Ewropayê (YRKE) li dijî biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê ya betalkirin lîsansên weşanê yên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC, nerazîbûneke tund nîşan da. Di daxuyaniya nivîskî ya YRKE de hat destnîşankirin, ku biryar di warê azadiya çapemeniyê û azadiyên bingehîn de nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi vê biryarê re darbe li mafê nûçegirtinê yê gelê Kurd hatiye xistin û weha hat gotin:  "Bi vê biryara cihê şermê ya dadgehê re, qenala muzîkê ya dewlemendiya çandî ya gelê Kurd nîşan dide û dengê gelê Kurd NÛÇE û ROJ TV, tên girtin.
Ev televîzyonên mijara gotinê, ji roja dest bi weşanê kir heta roja îro li dijî gef, şantajên aborî û siyasî û zextên hukûmet û dewleta Tirk serî netewandin û ji azadî û rûmeta çapemeniyê ti carî venegeriya. Lê belê di encama hesabên siyasî yê navnetewî de ev televîzyon lîsansên wan hatin betalkirin û bi vî rengî darbe li mafê nûçegirtinê yê gelê Kurd hat xistin. Saziyên lîsansê heta niha di weşana van televîzyonan de li rewşeke "sûc" rast nehatine û diyar e ku ev biryara bi maskeya huqûqê hatiye stendin, siyasî ye."
YRKE da xuyakirin ku talankirina mafê gelê Kurd ê nûçegirtinê bi biryara dadgehê nayê qebûlkirin û got, "Em di wê baweriyê de ne ku dîrok û mirovahî wê, kesên ev biryar stendin, mehkûm bike."
YRKE bang li raya giştî kir ku di kesayetiya MMC, NÛÇE TV û ROJ TV de xwedî li azadî û mafên bingehîn û azadiya çapemeniyê derkevin û bi qenalên mijara gotinê re di nava hevkarî û piştgiriyê de bin. 

BRUKSEL