Koma Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê li Senterê Ala (Senterê Rewşenbîrî) ya Hewlerê daxuyanî da çapemeniyê. Komê di daxûyaniya çapemeniyê de bang li gelê Kurd kir û got: Divê gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo wan bajarên ku hatine azadkirin, di aliyê yekgirtin û netewyatê de piştgiriyek mezin bide diyarkirin. Ev yek weke gurûp dibe, Partî dibe û aliyên siyasî dibin. Di vê di aliyê yeketiya Kurdan de desteka xwe diyarbikin."
Komê pêşniyar û daxwazên xwe wiha anîn ziman:
- Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya Rojavayê Kudistanê û bi gişti ew bajarên ku hatin azadkir bike.
- Pêwiste Netewên Kurd yek deng û yek helwest bin ji bo piştgiriya Rojavayi Kurdistan hem di aliyê siyasi, hem ji di aliyê madi û manewide.
- Yek Ala li Rojavayê Kurdistanê hebe, hemû aliyên siyasî û tekoşer li ser hebûna vê alê yek bin.
- Bi awayekî lezgirin alikari ji bo kûçberên Rojavayê Kurdistanê bê kirin.
- Pêwiste kêmnetew û ayînên din û hemwelatiyên Rojavayê kudistanê beşdarî ew rêkxistina ku li Rojavayê Kurdistanê tê rêvebirin.
- Pêwistene desteya Bala bi awayekî lezgin rêxistina dezgeyan rêvebibe. Divê yekîtiya Kurdan pêş bikeve.
- Li gorî me Desteyi Bala nave we bibe Desteya Balayi Rojavayê Kurdstanê
- Dezgeyên ragihandinê divê rolekî zêde bigire ser xwe û parastina yeketiya Kurdan û derxistana rastiyan derbêxe holê.
- Divê li hemberî tehdîtên Tirkiyê û destwerdana wan ya li nava karê Rojavayê Kurdistanê rawestin.
DÎHA/HEWLÊR