Sazî û rêxistinên Kurdan û her wiha platformên çalakiyên ji bo Roja Rojava ya Cihanê, ji bo beşdariya çalakiyên sibe li gelek navendên Elmanya û Ewrûpayê, bangê li xelkê kir. KNK´ê ji bo çalakiyan got, “Em dibêjin çawa em hemû ji bo Kobanê seferber bûn û piştre jî cihanê piştgiriya xwe ji bo Kobanê nîşan da, divê heman ruh û heman coş, careke din jî ji bo Rojavaya Kurdistanê were nîşandan.”

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Dinyayê û 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê daxuyaniyek weşand.

KNK´ê got, “Hêza parastinê û gelê me bi hemî îmkanên xwe û bi qehremaniyeke bê hempa li ber xwe didin. Berxwedana mezin û ya bi navûdeng ya Kobanê ye.

Di 5. salvegera Roja Kobanê ya Cihanî de, êrişên dewleta Tirk û hevkarên wê yên li dijî Rojava dewam dikin. Ji ber vê rewşê, Kurd û dostên Kurdan li qadan in û bi çalakiyên xwe xwedî li Rojava derdikevin.

Em dibêjin çawa em hemû ji bo Kobanê seferber bûn û piştre jî Cihanê piştgiriya xwe ji bo Kobanê nîşan da, divê heman ruh û heman coş careke din jî ji bo Rojavaya Kurdistanê were nîşandan. Bi vê boneyê, em weke KNK bang li gelê Kurd hemûyî û li raya giştî ya Cihanê dikin û dibêjin; roja 2´yê Mijadarê dakevin kolanan, destekê bidin şervan û berxwedêran û xwedî li berxwedana Rojavaya Kurdistanê derkevin.”

Li dijî dagirkeriyê bi Rojavayê re bin

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) jî bi wesîleya 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê ji bo meşên Şemiyê banga beşdariyê kir. Wê got, “Ji bo bersiva herî xurt li dijî êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên Erdogan bê dayin, di 2’ê Mijdara 2019’an Roja Rojava ya Dinyayê de divê em bi ruhê yekîtiya neteweyî tevlî meşên navendî bibin.”

Wê bi bîr xist ku çalakiyên li Elmanyayê wê Berlîn (Alexander platz, saet 13.00´an), Koln (Hbf, saet 13´an), Stuttgart (Lautenschlagerstraße, saet 14.30´î), Frankfurt (Hauptbahnhof, saet 15.00´an), Darmstadt (Luisen Platz, saet 14.00´an)

Civaka Êzîdî wê li meydanan be

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) jî bang li civaka Êzîdî kir ku di 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cihanê de li dijî dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk bi ruhê seferberiyê li her qadê dengê xwe bilind bike û berxwedanê geş bike.

MŞD´ê di daxuyaniya xwe de got, desthilatdariya dewleta Tirk dixwaze destketiyên Kurdan hemûyan ji holê rake û ev bang kir: “Ji ber vê yekê, em ê jî li dijî faşîzmê û çeteyên wê xeta berxwedanê mezin bikin. Bi ruhê seferberiyê wê civaka Êzîdî 2’ê Mijdarê ji bo Rojava dakeve meydanan.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN