Çalakiyên piştevaniya Berxwedana Rûmetê li Ewrûpayê dewam dikin. Di çalakiyên dawiya hefteyê de hem berxwedana Rûmetê ya Rojava û hem jî berxwedana li Rojhilat bi hev re hatin silavkirin.
Di çalakiya piştevaniya bi Rojava re ya li bajarê Elmanyayê Munchenê de boykotkirina malên Tirkî û tûrîzma Tirkiyeyê li pêş bû. Ji bo vê li meydana çalakiyê dezgeha agahdarkirinê hat danîn.
Li Stockholmê bi xwe, di çalakiya li dijî dagirkeriya qirker dewleta Tirk û şideta rejîma Îranê ya li dijî xelkê de peyama “Dagirkerî şidet e, bi ruhê têkoşînê yê Hevrîn li dijî faşîzmê li ber xwe bide” derket pêş.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Elmanyayê Bremen, Bonn, Frankfurt, Munchen û Freiburgê, li bajarê Swîsreyê Baselê û li paytexta Swêdê Stockholmê daketin meydanan û êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Wan pişta xelkê Rojhilatê Kurdistanê di berxwedan li dijî rejîmê de jî girt.
BREMEN: Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga Komîteya Rojava Biparêzin li Bahnhof Vorplatzê hatin ba hev bi meşekê pişta Rojava girtin. Di meşê de gelek belavok hatin belavkirin. Her wiha bi dirûşman firotina çekan a Elmanyayê ji bo Tirkiyeyê jî hate protestokirin. Meş bi mîtîngekê ya li pêşiya Parlamena Eyaletê bi dawî bû.
BONN: Çalakiyeka li Bonnê hem ji bo piştevaniya Berxwedana Rojava û hem jî ji bo piştevaniya berxwedana gel a li Rojhilatê Kurdistanê bû. Kurdistaniyan û dostên wan ên li Kaiser Platezê hatin ba hev, êrişên li dijî Rojava şermezar kirin û wan got, yekane rêya xistina Erdogan û Rûhanî azadkirina Rêberê Apo û yekîtiya neteweyî ya Kurdan e.
FRANKFURT: Bi mîtîngeke li pêşiya HBF’ê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê hate protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmên li dijî şer hatin gotin û alayên YPG/YPJ’ê hatin hildan.
Ji bo boykotê agahdar kirin
MUNCHEN: Li Munchenê jî Meclîsa Jinê ya Sara û PYD Munchenê dezgeha agahdarkirinê danî. Di çalakiyê de xwedî li Berxwedana Rûmetê ya li Rojava hate derketin û ji bo boykotkirina berhemên Tirkî agahdarî hate dayîn.
FREIBURG: Li Freuburgê bi mîtîngekê Kurdistaniyan û dostên wan êrişên dagirkeriya qirker yên dewleta Tirk û çeteyên wê protesto kirin. Çalakî li Meydana Alte Synagoge hate kirin û di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana YPG’ê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin gotin.
BASEL: Li ser banga Komîteya ‘Şerê li dijî Rojava rawestînin’ bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Messeplateza Baselê kom bûn. Wan pankarta li ser nivîsandî ‘Ji bo Rojava rabe ser piyan’ hilgirt, meşiyan.
Di meşe de tim bi dirûşman firotina Tirkiyeyê ya çekan bi destê dewletên Ewrûpayê hate rûreşkirin û li pêşiya avahiya Parlamena Kantonê ya li Markplatzê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de înternasyonalîstên çûbûn Rojava rewşa dawî ya li Rojava vegotin û bang li hemû hêzên demokrasiye kirin û gotin: “Xwedî li berxwedana Kurdan a li Rojava derkevin.”
Bi pêşengiya jinan li dijî faşîzmê
STOCKHOLM: Li paytexta Swêdê Stockholmê, rêxistinên jinan ji bo dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li dijî Rojava û şideta rejîma Îranê ya li dijî gel şermezar bikin, çalakiyek li dar xist. Kurd û dostên wan li Meydana Bantorget Norrayê hatin cem hev, xwedî li Şoreşa Rojava derketin û ji bo dewleta Tirk û Îranê şermezar bikin bi dirûşma ‘’Dagirkerî şidet e, bi giyanê têkoşînê yê Hevrîn li dijî faşîzmê li ber xwe bide’’ meş û mîtîngek kirin.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Amara hate gotin, dewleta Tirk ji bo pergala feminîst, ekolojîk, dadmen û wekhevîxwaz ji holê rake, êrişan dibe ser Rojava. Di heman peyamê de hate gotin, jinên Kurd pêşengiyê li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Rojhilat a li dijî dewleta Îranê dikin.
Sosyalîstên ji Partiya Dadmendiyê jî bi peyama piştevaniyê zext û êrişên dewletên Tirk û Îranê şermezar kirin û wan got, ew ê bi gelên Tirkiyê û Kurdistanê re piştevaniya xwe bidomînin.
3 jinên ji gelê xwecih ê Bolivyayê jî bi alayên xwe destek dane jinên Kurd û wan got, ‘’Jinên Kurd ku li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk li ber xwe didin, ji jinên cîhanê re bûne îlham, em têkoşîna wan silav dikin. Gelên xwecihh ên Bolivya û Kurd li dijî faşîzmê û dîktatoriyê têdikoşin.’’
Çalakî ji hêla Meclîsa Jinan a Amara , Feminist Rise up for Rojava, RONAK, Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Partiya Edelatê-Sosyalîst, Komîteyên Bakur, Komîteyên Rojava û Înîsiyatîva Femînîst ve hatin hazirkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN