Li Gimgimê meşek girseyî pêk hat. Di meşê de gel hêrsa xwe ya li hemberî êrîşan nîşan dan. Piştî meşê hat diyarkirin ku êdî gelê kurd wek berê nîne li ser felsefe û nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekitiya xwe ava kiriye, dê bi vê yekitiyê hemû hêzên emperyalîst li hemberî hêza kurdan têk biçin. Nobeta konê berxwedanê ya li gundê Çorşîn ya Tetwanê ku ji aliye DBP û HDP'ê ve 43 roj beriha niha hatibû vedan ji aliyê DOKH'ê ve hate dewir girtin. Di dema dewirgirtinê de jinan daxuyaniyek dan û qetiyamên Şengal û Rojava bi avayekî tund şermezar kir.

Li Enqere û Mêrsîn û Edeneyê jî ji bo şermezarkirina êrîş û qetlîamên çeteyên DAIŞ’ê çalakî hatin lidarxistin. Li Enqereyê Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Suriye, Iraq, Rojava û herî dawî yên Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kirin. Beko diyar kir ku armanca çeteyan xizmetê ji emperyalîzmê re kirin e û ji welatên piştgiriyê didin DIAŞ'ê yêk jî Tirkiyeye. Beko da zanin ku hikûmeta AKP'ê piştgiriyê dide komên çekdar ên li herêmê. Her wiha Li Mêrsîn û edeneyê jî bi çalakiyan êrîş hatin şermezarkirin.

Li Mêrdîn û Amedê jî ji bo ji bo Şengal, Mexbûr û Rojava civîn hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Li Mêrdînê di civîna ku pêk hat de hat diyarkirin ku ji bo gelê Şengalê ku tê dê çi hewcehî hebe bînin cih. Li Amedê êrîşên çeteyên DAÎŞ 'ê yên li dijî Şengal û Maxmûrê ji aliyên saziyên sivîl ên Amedê û Meclisa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk ve bi meşeke hate şermezarkirin. Piştî meşê daxuyanî hatin dayîn û hat gotin ku divê li hemberî van qetliyaman gelê kurd xwe bi rêxistin bike û bi taybet jî jin li hemberî van êrîşan xwe bi rêxistin bike. 

Li Semsûr, Siwêreka Rihayê û Cizîra Şirnexê bi pêşengiya DBP’ê û HDP’ê gel daketin qadan û çalakiyan li dar xistin. Di çalakiyan de qetlîam û êrîşên ku çeteyên DAIŞ’ê li hemberî kurdan pêk tîne hat şermezarkirin. Di çalakiyan de di daxuyaniyên ku hatin dayîn de hat diyarkirin ku di dîrokê de li ser kurdan her tim polîtîkayên înkarkirin û qetlîamê pêk hatine, di vê serdemê jî bi destê DAIŞ’ê ev yek pêk tê û wiha hat gotin: “Tenê ji bo mirovahiyê felsefeyek tenê pêk tê, ev jî ra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocallan e. Rêberê Gelê Kurd ji bo jiyana bi hevre, demokrasî û azadiyê têdikoşe û manîfestoya xwe pêş dixe.” 


AMED