
Tova Suriyeyek nû, Suriyeyek demokratîk û sekûler li Kurdistanê hat avêtin. Ma li Başûrê Kurdistanê jî ne ûsa bû? Li wê jî Kurd tova Iraq a demokratîk û desentral neavêtin?
Li wê jî Kurd yek alî gav avêtin, hilbijartin pêkanîn û hukumetek damezrandin. Li wê jî Seddam li ser hûkim bû, opozîsyona Iraqê jî gelek sist û bêhêz bû. Li Rojavayê Kurdistanê jî heman tişt pêk tên. Her çiqas Esad li ser hukim be jî, gavên yek alî li Kurdistanê tên avêtin, xweseri û otonomî tên îlankirin û wê sibê jî hilbijartin pêk werin û Rojavayê Kurdistanê bibe dergûş û hêlîna Suriyeyek desentral û demokratîk.
Lê hinek alî ji gavên ku îro li Rojavayê Kurdistanê tên avêtin ne razî ne; dibên çima xweserî, çima sê kanton? Dibên Esad hên desthilatdar e û li Şamê rûniştiye. Çawa dibe?
Ev ditînek e, ramanek e, baweriyek e. Pêwist e em jî rêzê lêbigrin. Lê dema ku ev ditîn, raman û bawerî ne nîşana dilsoziyê be, pêwîst e em jî bêjin NUQTE û BES!
Ev bistûsê (23) sal in ku Başûrê Kurdistanê rizgar e; Kurd serwer û desthilatdar in. Lê hên jî piştî 23 salan Başûrê welatê me di nav xwe de du beş e, du kanton û du eyalet in.
Her çiqes li Hewlêrê hukumet û parlamentek hevbeş û navendî hebe jî, di pratikê de, di fîîliyetê de, de facto 2 heremên cûda –Hewlêr û Silêmanî- piştî 23 salan hên jî rastiyek tirş e.
Li ser hilbijartinên dawî li Başûrê Kurdistanê pênc (5) meh derbazbûn. Bo çi heya niha hukumetek nû nehat binavkirin û hilbijartin? Çi karê Îranê li Silêmaniyê û çi îşê rêvaber û desthilatdarên Hewlêrê li Enqere û Istanbolê heye?
Yên ku wan rastiyên Başûrê Kurdistanê piştî 23 salan naxwazin bibînin, an çavkor in, an jî zikreş û dilreş in, bi standart û pîvanên cûda li meseleyan dinêrin û dinirxînin.
Bi raya min, bila Kurd li ser welatê xwe serwer û desthilatdar bin, bila ne sê (3) kanton, pênc (5) kantonên me hebin. Kîjan baştir e? Welatek di bin nîrê koledar û neyaran de, an jî di bin çend kanton, an jî eyaletên Kurdan de?
Lê mijara vê nivîsê ne ev e. Mijar, em Kurdên Ewropê ne. Li Ewropayê ji 1,5 milyon zêdetir Kurd dijîn û çalak û jîr in. Her roj, her hefte li gelek welatan çalakî û aksiyon pêktên, şev tên amadekirin, meş û mîtîng tên lidarxistin. Ev baş û pêwist in. Lê li aliyê din de em tiştekî gelek giring îhmal dikin, jibîrdikin. Ev jî kar û xebata lobî û têgihiştina raya giştî ya Ewropayê ye.
Ger em dixwazin ku gelê me yê Rojava nefes bigre û ştilê azadiyê neçilmise, pêwîst e em dost û hevalan peyda bikin. Ev xebat jî bi lobiyek xurt dibe, ne bi gotin û gazindan. Em dikarin li her welatê Ewropayê kampanyayên bo peydakirina lobiyê, bo alikarî û dostaniyê destpêbikin. Em dikarin li her welatekî Ewropayê bi zimanên wan welatan raya giştî, hukumet, partî, parlamento, sazî û dezgehên sivîl, demokratîk û aşitîxwaz li ser bûyer û deskevtî û pêşvaçûnên Kurdistanê agahdar bikin.
Em dikarin heyet û delegasyonan ji parlamenter, rojnamevan û nûwenerên civata sîvîl pêkbînin û bişînin Kurdistanê. Em dikarin bi sazî û dezgehên her welatî kampanyayên alikarî bidin destpêkirin. Em dikarin tesîr û zext li ser hukumetên ewropî bikin. Ne tene ev, gelek tiştên din jî em dikarin bikin. Lê em nakin û di şev û şahiyan de govendê dikşînin, bes! Ev jî hewce ye. Em govendê jî bikşînin, dîlanê jî bigerînin. Lê ya herî giring jî jibîrnekin.
Dûweroj û dahatûya Rojavayê Kurdistanê hewceyê du tiştan e. Yek, piştgiriya gelê Kurd û kêmnetewên Kurdistanê, ya dudiyan jî alikarî û piştgiriya navneteweyî ye. Konferansa Cenevre ya dudiyan jî nîşan da ku, wê hên gelek konferans û civînên navdewletî pêkbên. Pêwîst e ku em ji niha de amadekariyên xwe bikin û gelê xwe yê Rojava li ber gûr û çeqalan tenê nehêlin.
Bona vê jî, em dikarin li her welatekî Ewropayê bi sazî û rêxistinên demokratîk û aşitîxwaz, bi dostên gelê Kurd, kampanyayên lobî û piştgiriyê bidin destpêkirin. Me li Almanya dest bi vî karî kir. Di rojên 21 û 22 yê vê mehê konferansa salane ya tevgera aşitî ya Almanya pêk hat. Rojavayê Kurdistanê bû mijar û ket rojeva konferansê. Niha hewlên komkirina aliyariya aborî û kampayayek bo piştivaniya Rojavayê Kurdistan di rojevê de ne. Pêwîst e di van kampanyayan de ne tenê hêzên çep, her ûsa hêzên xiristiyandemokrat, sosyaldemokrat, liberal û sazî û rêxistinên civaka sivîl û ya tevgera aşitîxwaz jî cih bigrin.
Şîar û slogana me jî divê ev be: Ger ne îro, kîngê? Ger ne em, kî?
Memo Şahin