ARŞÎN NECAR / ANHA/ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn der barê dadgehkirina DAIŞ´iyên di destê QSD´ê de peyivîn. Efrînî dibêjin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina DAIŞ’ê gelek şehîd dane. Ji ber wê divê çeteyên DAIŞ`ê yên ku li gel QSD`ê girtî ne, li dadgeheke navdewletî ji ber sûcê li dijî mirovahiyê, werin dadgehkirin.

Divê dadgehkirina çeteyan erê bikin

Eyşe Qebelenê li ser mijarê got, "Em bang li civaka navdewletî dikin ku avakirina dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyî ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê erê bike. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê gelek komkujî li dijî gelên herêmê kirine."

Ev daxwaza gelên herêmê ye

Nîhad Mihemed jî got, "Binpêkirinên mafan ên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî gelên Sûriyê, gihiştin asta qirrkirinê. Xelkê herêmê hîna jî ji ber encamên wan binpêkirinan, zehmetiyan dikişîne bi taybetî malbatên şehîdan, kesên ku hatine revandin û hîna çaranûsa wan ne diyar e. Divê civaka navdewletî piştgiriya daxwaza Rêveberiya Xweser bike û tev li bibe. Ji ber ku ew daxwaza gelên herêmê ye. Gelên herêmê dixwazin çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin dadgehkirin û cezayên xwe yên adil bigirin."

Ji bo ku aştî vegere Sûriyê û cihanê

Şêrîn Xilo ya ji Efrînê jî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê ev zêdetirî 5 salan e, binpêkirinên dermirovî û neexlaqî li dijî sivîlên bêguneh dikin û wiha peyovî: "Bi saya serketinên QSD`ê, DAIŞ têk çû û serdema DAIŞ`ê ya tarî bi dawî bû. Ji ber wê divê civaka navdewletî bi qencî bersiva daxwaza gelên herêmê bide û çeteyên DAIŞ`ê di nav dadgehên navdewletî de li herêmê ceza bike. Ji bo ku aştî û ewlehî vegere Sûriyê û cihanê."