Serokê Giştî yê TGS'ê Ercan Îpekçî di dawiya çalakiyê de daxuyaniyeke kurt da û bibîr xist ku ew dozên lê rojnamevan tên darizandin dişopînin û got, "Ji niha û pê ve jî emê ji bo hempişeyên xwe li edaletê bigerin." Îpekçî diyar kir ku wê sibê biryara navberê bê dayîn û got, "Em hêvîdarin ku wê sibê hempişeyên me werin berdan û bigihêjin azadiya xwe."
Îpekçî bibîr xist ku di doza Fusûn Erdogan, Bayram Namaz, Sedat Şenoglû, Arîf Çelebî, Ziya Ûlûsoy û Îbrahîm Çîçek lê tên darizandin de, wê di 3'ê Mijdarê de biryar bê dayîn û got, "Emê wê rojê ji bo edaletê nobedê bigirin, emê li ber Edliya Çaglayanê bin." Îpekçî da xuyakirin ku ewê di 5'ê Mijdarê "Roja ji bo Rojnamevanan rabe ser piyan" de çalakiyê lidar bixin.
STENBOL