Kongreya perwerdehiya civaka demokratîk a Rojava ku di 15-18’ê Hezîranê li Qamişlo hate lidarxistin. Di kongreyê de gelek biryar hatin girtin. Şaxê Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) a bajarê Tirbespiyê di bin durişmeya “Ji bo ronîkirina civakê tu jî bibe findek” de hemleyeke perwerdekirina zimanê Kurdî ji endamên komînan re dest pê kir. Hemle li ser biryara kongirê ku tê xwestin ku hemû endamên komîn û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk fêrî zimanê Kurdî bibin, hate destpêkirin. Di hemleyê de navên endamên 73 komînên herêma Tirbespiyê hatin qeydkirin û li gorî temen hatin dabeşkirin.Ev komên hatine çêkirin, wê di dibistaneke herî nêzîk de bêne perwerdekirin. Derbarê mijarê de Rêvebera TZP’ê ya Tirbespiyê Merwa Ehmed têkildarhi mijarê wiha got: “Ji bo ku asta zanebûna nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî bête nasîn, emê ji hemû endamên komînan re bi hevkariya Mala Gel civînan li dar bixin.”
Merwa di axaftina xwe de got ku ev hemle di şoreşa Rojava de xwedî girîngiyeke mezin e û wiha domand: “Bi saya şoreşê me di demeke kurt de gavên mezin avêtin. ji bo fêrbûna zimanê Kurdî di bin çavdêriya TZP’ê de ev derfeteke mezin ji bo hemû endamên komîn û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.”
Merwa destnîşan kir ku wan mamosteyên zimên peyda kirine û ev wiha da diyarkirin: “Heta ku navên hemû endamên komînan tên qeydkirin û dabeşî koman tên kirin, perwerdeyên zimên dê bêne destpêkirin.”Rêvebera TZP’ê ya Tirbespiyê Merwa Ehmed axaftina xwe wiha bo dawî kir: “Heta ku em zimanê xwe biparêzin, divê her kesek ji bo pêşxistina ziman di civakê de bibe findek.”
TIRBESPIYÊ