Di sedsala 5´an de li goristaneke romayî di nav devê zarokeke deh salî ya cenazeyê wê veşartî de, kevirek hatiye bicihkirin. Wisa diyar e ku ev hatiye kirin ku pêşiyê lê bigirin da ku ruh care zaroke din bi zarokê nekeve. Zaroka hanê muhtemelen ji ber nexweşiya malariya miriye. Û di encama rîtueleke veşartinê de li vê Goristana Pitikan a li navenda Îtalyayê sedsala 5´an hatiye veşartin. Sedema bicihkirina kevirî di devê zarokê de jî li gorî zanyarên zanîngeha Stanfordê ya li Ingilistanê ew e ku zarok piştî mirinê careke din hişyar nebin û nexweşiya xwe ya vegir li nava saxan belav nekin. Encamaên ji lêkolînê wê bi temamî di civîna salane ya Înstîtuya Arkeolojiyê ya Emerîkî de çileyê 2019´an bên eşkerekirin. STANFORD