"Kurê min ji bo şeref û rûmetê şer kir. Şehîdê Kurdistanê ye." Birayê Erdem Nadîr Erdem jî diyar kir ku wan dema Heval Cesur dibirin dibistanê digot 'Ez naxwazim dibistana wan bixînim. Ez dixwazim bi malbatê re bixwînim' û bertekên xwe li hemberî dibistana Tirkî dianî ziman.
Endamê HPG'ê Zeki Erdem (Cesur Ozan) li Warê Kurda ê Bêşebaşê di 13'ê Tîrmehê de di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Zekî Erdem ku li gundê Evkanîsê yê Colemêrgê ji dayik bûbû, di sala 1994'ê gundê wan vala bû û hatin li Wanê bi cih bûn. Malbamta Erdem çîrok û serpêhatiya Erdem vegotin. Erdem hêj di 20 zaliya xwe de tev li HPG'ê bû. Piştî 7 salan di nava PKK'ê de ma, di şer de jiyana xwe ji dest da. Dayika Erdem Kudret Erdem û birayê Erdem Nadir Erdem çîroka Erdem vegotin.

'Bertekên hişk nîşan dida'

Dayika Erdem Kudret Erdem, diyar kir ku ji malbatê û mirovan pir hez dikirû wiha got:"Pir ji min hez dikir. Tu carî bi çavê mezin li xwe nedinerî. Bi çavê biçûk li mirovan nedinerî. Dema hin kesan ji gelê Kurd û Brêz Ocalan re tiştek digot. xwe aciz dikir û bertek nîşan dida. Har û dîn dibû. Her tim li kêleka min radiza. Min kurê xwe pir delalî mezin kir. Kurê min pir durist û sadiq bû. Pir ji alîkariyê hez dikir. Em berê li gund diman. Li hesp suyar dibû û em diçûn bêrîvaniyê. Her tim li hesp suyar dibû û bi min re dihat bêriyê. Pir ji xwezayê hez dikir. Tu carî nedixwest zerarê bide dora xwe. Her tim ji min re digot ez naçim leşkeriyê. Di got ez ku bixwazim ez dê biçim wir.

'Êvarî çû û êdî nehat'

Erdem da zanîn ku herî dawî nîvro xwarin xwar û got hevalên min hatine ez dê biçim bi wan re bigerim. Erdem, anî ziman ku pişti derket derve êvarî li me geriya got 'Ez bi şev nayêm ez dê bi hevalê xwe re li dersê bixebitim" Lê pişti wê şevê çû, carek din venegeriya. Piştî wê min ew nedît. Salek û nîvek şûnde bi telefonê li me geriya Hevalekî wî bi telefonê geriya û got "Zekî Erdem dê li we bigere. Dema kurê min Zekî li gel min axivî ez matmayî mam. Li min geriya û got min meraq neke rewşa min pir baş e. Got ji bo Serok Ocalan em li vir in."
Erdem, da zanîn ku piştî kurê wê çû polîsên sivîl hatin mala wan û wiha got: "Çûna kurê min em pir êşandin. lê her tim em bi wi serbilind bûn. Piştî kurê min çû her tim polîsan hatin em aciz kirin. Çand carên din hatin. Lê ji ber ku bi Tirkî fam nedikir û wan jî bi Kurdî fam nedikir, ne min ew fam kirin û ne jî wan ez fam kirim. Min got kurê min çû leşkeriyê û min carke din agahî jê negirt. Kurê min hêj biçûk bû her tim dixwast tev li PKK'ê bibe. Kurê min ji ber şeref û rûmetê çû. Em her tim bi wî serbilind in. Ew şehîdê Kurdistanê ye."
Birayê Zekî Erdem û Nûnerê Azadiya Welat ê Wanê Nadîr Edme jî bi navê "Heval Cesur" navê birayê xwe Erdem bibîr anî û wiha got: "Birayê min ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Birayê min di temenê xwe yê biçûk de bi têkoşînê re hate naskirin. Gunê me hate valakirin û xerakirin. Xwestin em bibin cerdevan. Lê ji ber ku em nebûn cerdevan gunê me vala kir û me hatin li Bajaroka Sixkê ya Wanê bi cih bûn. Min Heval Cesur dibir dibistanê. Lê qet nedixwest biçe dibistana Tirkî. Dixwest bi zimanê we û li gel malbatê bixwîne. Digot hûn li dibistane dewletê tên çewsandin. Ez naxwazim li dibistanê dewetê bixwînim. Birayê mi pir jîr û jêhatî bû. Digot zimanê min ê zikmakî Kurdî ye. Çima bi zimanê biyanî tiştan fêrî min dikin."

'Li bavê min mêze dikir'

Erdem, da zanîn ku dema bavê wî bi nexweşiya pençeşêrê bû birayê wî Cesûr li bavê wî dinerî û wiha berdewam kir: "Dema bavê min nexweş ket, Heval Cesur, li bavê min dinerî. Hemû pêdiviyê bavê min pêk dianî. Ji diya min jî pir dez dikir. Heval Cesur pir bi hurmet bû. Her kesî pir jê hez dikir. Zêde nediaxivî."  Erdem, da zanîn ku piştî birayê wî jiyana xwe ji dest da 3 meh şûnde agahdar bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo em cenazeyê Erdem bigirin em çûn gelek herêman. Ez çûm herêma Marinusa, Botan û gelek herêmên din. Kesên ku Heval Cesûr nas kirin diyar kirin ku aliyê wî yê mirovahî pir pêş ketibû û her kesî gelekî ji wî hez dikir."


ŞERMÎN SOYDAN / DÎHA/WAN