Pirtûk ji aliyê Cîgira Seroka Desteya Ekolojî û Berhemên Dîrokî Ahîn Siwêd, Endama Rêveberiya Buroya Kordînasyon û Plankirina Ekolojîk Hêvîn Şêxo ve hatiye amadekirin. Di pirtûka ku bi zimanê Kurdî û Erebî hatiye nivîsandin de, mijarên wekî, “Çawaniya parastina hawirdor û xwezayê, pirsgirêkên kanalîzasyonê, serfkirina avê û çandina daran” vedibêje.
Di pirtûkê de bi wêneyan hem danasîn tê kirin, hem jî hişmendiya hawirdorê ji bo zarokan tê vegotin. Pirtûk heta niha tenê li Kantona Cizîrê hezar heb hatiye çapkirin.
Pirtuka ku di nava 5 mehan de hatiye amadekirin, pêşkêşî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Desteya Perwerdeyê hatiye kirin. Komîteyê û Desteyê jî pirtûk erênî nirxand.
Endama Rêveberiya Buroya Kordînasyon û Plankirina Ekolojîk a Desteya Hawirdorê Hêvîn Şêxo anî ziman ku ew dixwazin bi vê pirtûkê di nava zarokan de hişmendiya li ser hezkirina hawirdor û parastina wê pêş bixin û ev pirtûk wê tenê di refa 3’yan a dibistanên seretayî de wekî dersa hilbijarî bê dayîn.
ANHA/QAMIŞLO