Tûrnûva bi deqeyek rêzgirtinê ji bo têkoşerên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Dûre bi pergala koman, tîmên beşdar dest bi maçan kirin. Tûrnûvaya ku bi beşdariya tîmên ji gelemperiya Swîsreyê pêk hat, li pêwendiyeke mezin a temaşevanan jî rast hat. Di encama maçên hatin lîstin de, tîmên Luzern û Aurau derketin fînalê. Tîmên fînalîst, wê maça xwe ya fînalê di 30'ê Hezîranê de di festîvala ciwanan a li Baselê de bilîzin. Xelatên centilmeniYê û yên ku di tûrnûvayê de herî zêde gol avêtine, wê di festîvalê de bigihêjin xwediyên xwe.
ZURICH