Derhêner Veysî Altay ji bo belgefilma Nûjîn got, serpêhatiya wan jinan a li Rojava bi pêşengiya şoreşê radibin vedibêje; li gelek welatan xelat wergirtin, lê li Tirkiyeyê hate dadgehkirin.
RONÎ ARAM / ANF/NAVENDA NÛÇEYAN
Nûjîn belgefilmek e ku qala serpêhatiya wan jinan dike ku dema DAIŞ’ê êriş bir ser Kobanê, wan pêşengî li berxwedanê kir.
Derhênerê belgefilmê Veysî Altay diyar kir ku ew ne ji bo amadekirina belgefilmê çûbû Kobanê, lê weke rojnamevanekî ji bo agahdarkirina raya giştî çûbû Kobanê, ji ber ku bala dinyayê li ser Kobanê bû.
Altay anî ziman ku wê wextê sê-çar rojnamevanên Kurd li Kobanê hebûn û got, “Ji xwe kes nedifikirî bi saxî karibin ji wir derkevin. Kes nedifikirî ku ‘em ê ji wir derkevin û jiyaneke nû ava bikin’. Me hewl dida tenê rewşa li wir ji derve re ragihînin. Piştre berxwedana Kobanê bi ser ket. Gelek kesan wê wextê û piştre jiyana xwe ji dest da. Jixwe, pirraniya kesên ku min wêneyên wan girtin, yan jî hevpeyvîn bi wan re kir, li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Min jî xwest ji bo bibîranîna hevalên jiyana xwe ji dest dayî belgefilmeke piçûk çêkim.”
Derhêner Altay diyar kir ku Nûjîn tenê parçeyekî piçûk ê berxwedanê ye û got, “Plana min heye ku di dema bê de li ser dîmenên din ên ku min li Kobanê û Rojava girtine, karekî hîn berfirehtir bikim.”
Şoreşe jinê ye
Veysî Altay got, Kobanê xwe bi berxwedanê afirandiye û wiha peyivî: “Di bingeha vê berxwedanê de pêşengiya jinê heye. Jixwe, armanca belgefilmê jî nîşandana gotin û karê jinên berxwedêr bû. Lê ez dikarim vê bibêjim; jinan gotinên xwe ne tenê ji kamerayê re digotin, wan ew gotin her wiha bi cih dianîn û wan li ber xwe dida. Ji bo li Rojhilata Navîn şoreşê bikin, pêşengiyê ji vê re bikin û li dinyayê belav bikin, têdikoşiyan. Di vê de jî bi biryar bûn. Kobanê berxwedan û şoreşa jinê ye.”
Derhêner Altay diyar kir, di dokûmantera Nûjîn de qala çîrokên şervaneke nû Elîf, gerîlaya herî kêm 15 salan têkoşiyayî Viyan (Peyman) û jineke sivîl a li wir, dike. Altay got, “Gotin, berxwedan û biryardariya hersêyan yek e. Ev yek jî nîşan dide ku têkoşînê bandoreke cidî li hemû jinan kiriye.”
Li Ewrûpayê 300 caran hat nîşandan
Derhêner Veysî Altay anî ziman ku Nûjîn li Ewrûpayê zêdeyî 300 carî hate nîşandan û got, “Hem li festîvalan, hem jî li nîşandanên taybet. Normal, dema li Ewrûpayê di festîvalan de film tên nîşandan, temaşevan bi giranî Kurd in. Lê belê di nîşandana Nûjîn de dikarim bibêjim ku mirovên ne Kurd jî gelek bûn. Li Latîn Emerîkayê jî hate nîşandan ku ez bi xwe jî lê amade bûm. Reaksiyon erênî bûn. Sedema vê jî hinekî matmayîbûn bû. Belê, Kobanê ya jî Rojava bihîstibûn, lê zêde bi naveroka wê nizanîbûn.”
Tirkiye huner dadgeh dike
Derhêner Altay bal kişand ser zor û zehmetiyên dewleta Tirk derxistine pêşiya belgefilmê û got, “Sala 2016’an 2. Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê doz vekir. Sûcdariyê ecêb kirin. Yek ji wan ‘sorkirina gel ji bo raperînê’ û ‘pesndayina rêxistina terorê’ ku hîn Enqereyê YPG yan jî YPJ nexistiye lîsteyeke wiha. Ez û Dîcle Anter tên darizandin. Dîcle Anter jî wê wextê xebatkarekî şaredariyê bû û berpirsyarê Sînemaya Yilmaz Guney bû.”
Belgefilma Nûjîn ku ji aliyê Mezopotamya Sînema ve bi derhêneriya Veysî Altay hate amadekirin, heta niha li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Weyaûwega ya Emerîkayê, Festîvala Filman a Babelê ya li Îtalyayê, Festîvala Filman a Navneteweyî ya Colombia Atlantikê xelatên belgefilma herî baş û li 4. Festîvala Filman a Navneteweyî ya li Hîndîstanê jî xelata taybet a jûriyê wergirt.