
Silav li berxwena YPG ê û HPG ê
Civîna li paytext Berlînê bi banga Kongreya Netewî ya Kurdistanê ve saet di 19.00 an de li Navenda Zentruma Kurdî hate lidarxistin. Di civînê de 32 kes amade bûn ku di nav wan de kesayetên wek Dr. Gundî Dilberz, Kazim Baba, Feremez Başboga, nivîskar Kovan Sindî, ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Mihemed Çagli, ji Tevgera Goran Makî Amedî, Riza Baran, ji Federasyona Êzîdiyan Azîz Alkîş, Mecît Hasso, ji Komeleya Kurdên Suriyeyê Bavê Kawa, Nurê Alkîş, û parlamentera Die Linkeyê Di kombûna KNK ê de axaftvanan bi tevahî li ser rewşa Şengalê û wisa jî terora DAÎŞ ya li Kurdistanê analîzan pêşkêş kirin, berxwedana gerîlayên YPG ê û HPG hate silavkirin, wisa jî yekgirtina gerîla û pêşmerge ya di çeperên şer de bi bilindî hate nirxandin.
Siyaseta Almanya rexne kirin
Di kombûnê de herwisa rewşa siyaseta dewletên serdest yên dinê jî bû mijara niqaşan. Serdana wezîrê karê derve yê Almanya ya ji bo başûrê Kurdistanê bi erênî hate dîtin, lê daxûyaniya wî ya dawî hate rexnekirin ku gotibû:Em li dijî dewlete serbixwe ya Kurdî ne. Wisa jî beşdaran anîn ziman ku eger ev derdor jidil û samîmî ne dikarin desteka xwe ya ji van rêxistinan qut bikin û alîkariyê bidin Kurdan. Wek mînak jî hate bilêvkirin ku Almanya dikare qedexeya li ser Partiya Karkerên Kurdistanê rake ku ew dê bibe gavekî erênî ya di têkiliya Kurd û ewropiyan de.
Komiteyek hate damezirandin
Beşdaran di dawiya civînê de biryara komîteyeke ji 14 kesan pêkhatî dan, ev komîte wê karên dîplomasî, alîkariya lojîstîk û xebatên têkildar yên ji bo Şengalê û wisa jî rojavayê Kurdistanê bi rê ve bibe. Heftêya pêşiya me wê meş û mîtingeke girseyî ji aliyê Civaka îslamî ya Kurdistanê ve bi taybetî ji bo Kurdên êzdî li Berlînê bê lidarxistin. Herwisa di civînê de hate daxuyandin ku rêxistina terorîst DAÎŞ li Berlînê hind Kurdan tehdît dike, gefan li wan dixwe divêt Kurdên li Berlînê li dijî van kiryaran jî hişyar bin û dest bidin hevdu.
BERLÎN