Kombûna li navenda sporê ya DÎMA, bi beşdariya zêdeyî 8 hezar kesan pêk hat. Axaftina vekirinê ya kombûnê, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk ji aliyê Sevahîr Bayindir û li ser navê DÎDF’ê Kalender Mîke ve hat kirin. Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç paşê peyivî û xwerêveberiya gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê silav kir. Di herikîna bernameya kombûnê de Ozan Comert, Aşir Ezek, Grûp Daglara Ezgî û Grûp Cemre derketin ser dikê.
Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş peyivî û got, “Kombûna mirovên ji nasname û baweriyên cuda li vê salonê, dema mirov li rewşa îro ya Sûriye û Iraqê dinêre, dibîne ka çiqasî dîrokî û girîng e. Ji ber ku Elewiyên li vê salonê bi nasnameya xwe, bêyî bitirse li vir e. Sûnnî, mirovên serê xwe dinixumînin jî bi heman rengî. Kurd bi Kurdbûyîna xwe li vir e. Tirk bi Tirkbûyîna xwe, Ermenî, Suryanî, Êzidî hemû bi hebûna xwe, bi baweriya xwe li vê salonê ne. Eger kombûnek bi vî rengî li vir pêkan e, hingî çima li welêt ev çênebe?
Qesr û emanetên li derdora wî, dema navê HDP’ê dibihîzin dikevin nava tirs û xofeke mezin. Ev yek jî nîşan dide ku HDP di rêyeke gelekî rast de ye. Eger wan pesnê HDP’ê bida, me yê hingî ji xwe guman bikira. Eger ew ji HDP’ê ditirsin, bi şev û roj hewl didin HDP’ê reş bikin, wê çaxê em di rêyeke rast de ne. Bi tenê bi temaşekirina li qesrê re mirov dikarin fêm bikin bê HDP partiyeke çiqasî rast e.“
Demîrtaş got, “Nîvê mirovahiyê jin e, nîvê din jî mêr e. Eger nîvê jiyanê jin be, me got divê nîvê partiyê jî jin be û di heman demê de em bûn partiyeke jinan.“
Demîrtaş got, ew ê 1’ê Mijdarê desthilatdariya qesrê bixin gorê û xwest her kes bi ruhê seferberiyeke mezin ji bo serketina HDP’ê bixebitin.
NAVENA NÛÇEYAN