Endamên Navenda Şehîd Hanî El-Elîs a Meclisa Ciwanên Tebqayê ji birîndarên QSD`ê re şahiyek li Mala Birîndaran a Tebqayê li dar xist.

Rêveberên Mala Birîndaran, endamên Meclisa Ciwanên Tebqayê, Yekitiya Jinên Ciwan û fermandarên QSD`ê tev li şahiyê bûn. Yek ji rêveberên Meclisa Ciwanan Mihemed El-Hemûd di şahiyê de axivî û got ku şervanên birîndar ji bo azadî û rizgarkirina gelan ji zilm û hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê parçeyek ji laşê xwe dane.

Her wiha şervanê birîndar ê QSD`ê Ciwan Reqa jî got ku ew bi ciwanên herêmê serbilind in, ji ber ku ew ê rêya têkoşînê berdewam bikin û bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin û asta wê bilind bikin. Şahî bi xelekên govendê bi dawî bû.

 

ANHA/TEBQA