Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran a girêdayî Şaredariya Colemêrgê “Şeva Dengbêjan” li dar xist. Endamê Meclîsa BDP’ê M. Siddik Akiş, Serokê Rêxistina BDP’ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, rêveberên BDP’ê û gelek welatî tevî şeva li Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran pêk hat bûn. Piştî rêzgirtinê Şaredarê Colemêrgê Bedîrhanoglu axivî û diyar kir ku ji bo kevneşopiya bi sed salan bidin jiyîn bernameyekî wisa li dar xistin û wiha got: “Armanca me ew e ku em nirxên xwe yên çandê bidin jiyîn û nifşên nû jî bizanin.”

Piştî axaftina Bedîrhanoglu 12 dengbêjên 3 jin derketin ser dikê û klam gotin. 

DÎHA/COLEMÊRG