Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Şirnexê yê ji ber qedexeya derketina derve ya li bajêr li binê konan dijî, banga alîkariyê kir.

Dewleta dagirker a Tirk ku di bin serweriya partiya faşîst AKP û Erdogan de bajarên li bakurê Kurdistanê wêran kirin, bi qedexeya derketina kolanan re jî zextên hovîtiyê li ser gelê Kurd ferz dike. Gelê Kurd ji ber wan barbariyan dê zivistana îsal di bin sirr, serma, birçîtî û dijwariyeke pir mezin de pêşwazî bike. Bi mebesta jişyarî û alîkariya gelên li herêmê bi taybetî jî li Şirnexê xebatên curbicur tên kirin. 


Hemû pêdiviyên jiyanê li ser gelê sivîl hatine birîn.

Her wiha Heyva Sor a Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser şert û mercên giran ên gelê Şirnexê di nav de ye û banga alîkariyê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk bêtirî saleke li dijî bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê bi awayekî hovane êrîş dike. Ji ber van êrîşan zarok û jin jî di nav de, bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her wiha ji ber qedexeya derketinê ya li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Silopiya, Hezex, Dêrik û Kerboranê  av, xwarin, derman û hemû pêdiviyên jiyanê li ser gelê sivîl hatine birîn.”


Di nava şert û mercên giran de ne

Heyva Sor a Kurdistanê bibîr xist, di encama êrîşên dewleta Tirk de, ku bi tank û topan hatin kirin, bi hezaran xanî wêran bûn û wiha dewam kir: “Qedexaya derketina derve li Şirnexê ku 16’ê Adara 2016’an dest pê kir, 6 meh in dewam dike. Di encamê de 9 taxên bajêr bi temamî hatine rûxandin. Ji ber van êrîşên dewlata Tirk, xelkê Şirnexê neçarî jiyana koçberiyê bûye.

Li gorî daneyan, 1000 malbat li herêma Dergûlê,1500 malbat li Qilebanê, 1000 malbat li Silopiya, 400 malbat li Cizîrê, 400 malbat li herema Germavê ya girêdayî Basê, 400 malbat li Dihê û nêzî 2000 malbat jî li Sêrtê di nava şert û mercên giran de dimînin.”

Di dawiya daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê de ev bang li xêrxwazan hat kirin:”Bi hatina demsala zivistanê re, wê jiyana xelkê Şirnexê hê dijwartir bibe. Lewma pêwîstiya lezgîn bi konên zivistanê, betanî û sobeyan heye. Saziya alikariyê Heyva Sor a Kurdistanê, xwedîderketina li mexdûrên êrîşên dewleta Tirk, weke erk û berpirsiyareke mirovahî û exlaqî dibîne û ji bo bicihanîna pêdiviyên xelkê Şirnexê kampanya alîkariya madî daye destpêkirin.

Li ser vî esasî, em bang li hemû xêrxwazan dikin ku li xelkê Şirnexê xwedî derkevin û hemû derfetên xwe ji bo bicihanîna pêdiviyan wan bikar bînin.”  


 NAVENDA NÛÇEYAN