Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewle destnîşan kir ku hêzên wan nêzî bajarê Reqayê bûne û ji bo sivîlan bighînin herêmên bi ewle korîdor vekirine.

Hemleya Xezeba Firatê biserkeftî didome û şervan nêzî bajarê Reqayê dibin. Di vê çarçevê de ANHA`ê li eniya şer bi Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewle re hevpeyvîn çêkir.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewle di despêka axavtina xwe de Cejna Newrozê li tevahî gelê Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û ev tişt got:ʺ Newroz ne tenê Cejna gelê Kurd e, Cejna hemû pêkhateyên herêmê (Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryane). Newroz dê bibe Cejna têkbirina zilm û desthilatdaran. Şervanên QSD`ê jî dê Newroza xwe li eniyên şer pîroz bikinʺ.

`Em nêzî Reqayê bûne`

Ebû Xewle li ser pêşveçûnên Hemleya Xezeba Firatê jî wiha got:ʺHemleya Xezeba Firatê bi serkeftî didome. Em bi baldarî bi pêşve diçin ji ber ku sivîl li gundan hene û em naxwazin sivîl bibin qurbaniyên şer. Di vê hemlê de em dixwazin sivîlan rizgar bikin û tu kes neyê kuştin. Piştî ku bajarê Reqa ji bajarê Dêrezorê hat qutkirin û hemû gundên rojhilat ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, hêzên me bajarê Reqayê dorpêç kirineʺ.

Li ser mijara dê sivîl ji şer çawa werin parastin Ebû Xewle got ku wan ji bo sivîlan korîdorên bi ewle vekirine û şervanên QSD`ê sivîlan ji qadên şer rizgar dikin û tînin herêmên bi ewle.

‘Hêza QSD`ê mezin dibe’

Ebû Xewle di berdewamiya gotinên xwe de got ku hejmara Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê zêde dibe û wiha pê de çû:ʺ Gelek ciwanên Êlan tevlî Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê bûn û ji bo gelê xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin, niha tevlî Hemleya Xezeba Firatê bûneʺ.

Ebû Xewle anî ziman ku ji herêmên wan nû ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine, ciwan tevlî wan dibin û ev tişt got:ʺ Piştî ku me gundên Reqayê û Dêrezorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, ciwanên wan têgihîştin ku tenê QSD`ê dikare wan ji zilm û dagirkeriya DAIŞ`ê rizgar bike, ji ber vê yekê tevlî QSD`ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê bûnʺ.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ebû Xewle wiha dawî li gotinên xwe anî:ʺ Em bang li şêniyên Reqayê dikin ku ji navendên çeteyên DAIŞ`ê dûr bimînin. Ji ber em û balafirên Koalisyonê em ê navendên DAIŞ`ê hedef bigrin û divê gel xwe ji wan navendan dûr bigreʺ.


RÛKEN BERÎ / ANHA / REQA