Li gorî nûçeya DÎHA’yê li navçeya Golmarmaraya bajarê Tirkiyeyê Manîsayê ji ber ku di Newroza borî de bi Kurdî stran gortin, doz li hunermendên Kurd Ercan Kartal û Ozcan Çalışkan hatibû vekirin û doh biryar hate dayîn.
Di rûniştina dozê ya li 10. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêkhat de li Çalışkan 18, li Kartal 12 meh, bi giştî 30 meh cezayê girtîgehê li her du hunermendên Kurd hate birîn. Kartal nerazîbûn nîşanî cezayê hate birîn da û got; "Ji ber ku min bi Kurdî stra, 12 meh cezayê girtîgehê dan min. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Ev zimanê me yê zikmakî ye. Em bi vî zimanî distrên û em ê bistrên.”
Çalişkanê ku 18 meh ceza lê hate birîn jî got; “Ger em wek hev bin, ev ceza ji me re pir giran e. Gelo divê em zimanê xwe ji bîr bikin? Ev zimanê me yê zikmakî ye. Ne 18 meh, ger 180 sal ceza bidin em zimanê xwe ji bîr nakin. Û em ê her tim bi zimanê xwe bistrên.”
MANÎSA