Piştî Koma Aştiyê ya Çareseriya Demokratîk li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 19'ê kanûna 2009'an de ji Qandîl û Mexmûrê hatin Tirkiyeyê û aştiyek mayinde pêş bikeve, li ser vê yekê li gelek cihan mîtîng û şahî hatin lidarxistin.
Bi vê minasebetê li taxa Demîrkapi ya navçeya Bagcilarê ya Stenbolê jî şahî hate li darxistin. Bi sedan kes tev li şahiyê bûn. Huhermendê herêmî Ebedîn Usanmaz ê 17 salin hunermendiyê dike jî li ser dawetiyê beşdarî şahiyê bû û bi Kurdî, Tirkî û Erebî stran got. Pişt re li 13'ê Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê der barê Ebedin Usanmaz de doz hate vekirin.
Rûniştina dozê di 5 Adarê de hate dîtin. Heyetê der barê Usanmaz de bi hinceta li dijî xala 2911'an derketiye salek û 6 meh ceza birî. Pişt re li ser halê baş ceza daxist salek û 3 mehan.
'Ceza pir pêkenok e'
Usanmaz, der barê cezayê ku lê hate birîn û bi venêrtinê heta 5 salan hate taloqkirin de diyarkir ku ceza pir pêkenok e. Usanmaz, da zanîn ku ji ber tev li mîtînga BDP'ê ya Çorlu bûye jî der barê wî de lêpirsîn hatiye vekirin û wiha got: "Cezayê ku li min hate birîn pir keyfî û li dijî mafên mirovan e. Ji ber min bi zimanê zikmakî stran gotin ceza limin hate birîn. Min bi Kurdî, Tirkî Erebî stan xwend. Ji bo ku ez muzikê nekim 5 sal cezayê venertinê dan min.
STENBOL