Hikûmeta AKP'ê îdia dike ku qedexeyên li hember zimanê Kurdî ji holê rabûne, lê zextên li hember zimanê Kurdî hêj didomin. Di salên 1990'î de gelek kes ji ber stranên Kurdî rastî îşkenceyan dihatin, lê di sala 2015'an di serdema hikûmeta AKP'ê de hunermendên Kurd ji ber ku bi Kurdî stranan dibêjin ceza li wan tê birîn.
Li navçeya Yildirim ya Bursayê, di 6'ê cotmeha 2013'an de ji aliyê Meclisa Ciwanan ya BDP'ê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de hunermend Ahmedo (Ahmet Elçî) strana 'Ha Gerîla' got. Piştî şahiyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê' hatiye kirin, lêpirsîn da destpêkirin. Dîmenên ku di şahiyê de hatine kişandin, wekî delîl di dosyayê de cih girtin. Dosya ji aliyê 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê hat qebûlkirin û der barê Elçî de doz hat vekirin.
'Salek ceza hat birîn'
Çend roj berê danîşîna doza Elçî hat dîtin û ji ber strana Kurdî salek ceza lê hat birîn. Heyeta dadgehê ceza daxist 10 mehan û piştre 6 hezar TL cezayê pere li Elçî hat birîn.
Hunermend Leyla Mizirak jî di Newroza 2013'an ya Konyayê de Kurdî stran got û ceza lê hat birîn. Mizirak di pîrozbahiya 17'ê adarê de bi hinceta ku strana 'Oremar' gotiye ji aliyê 3'emîn Dadgeha Zarokan a Konyayê ve doz hat vekirin. Mizirak bi îdiaya ku bi strana Kurdî 'propagandaya rêxistinê' kiriye hat darizandin û çend roj berê danîşîn hat dîtin. Salek ceza li Mizirak hat birîn û piştre bi hinceta ku temenê wê biçûk e, ceza daket 6 meh û 20 rojan.
KONYA