Desteya Tûrîzmî û Parastina Şûnewaran a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê, bang li rêxistina UNESCO û saziyên peywendîdar kir da ku şûnewarên Sûra Amedê ji kiryarên hikûmeta AKP‘ê biparêzin.

Daxuyanî li ber avahiya desteyê ya li çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo, ji aliyê Hevserokê Desteya Tûrîzmî û Parastina Şûnewaran Luqman Ehmê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di demekê de ku civaka navdewletî û saziyên çapemeniyê bê deng in, destihlatdariya Tirkiyê malên sivîlan ên taxên Elî Paşa û Lalebaba yên herêma Sûr a dîrokî li Amedê dirûxîne. Şêniyên navçeyê destûrê nadin ku alavên hikûmetê gavê bi pêş ve bavêjin û dirûşmeyên ‘Em malên xwe radestî wan nakin’ dibêjin. Lê polîsên Tirkiyê bi gotina ‘Heger hûn dev ji malên xwe bernedin, em ê malên wa li ser serê we hilweşînin û wê bedenên we di bin bermahiyên wê de bimînin’ êrîşî wan dikin.

Her kes dizane ku hikûmeta Tirkiyê bi vê yekê guhertina demografya bajarê Amedê yê dîrokî hedef dike. Girîngiya dîrokî û şûnewarî ya Sûra Amedê di lîsteya şûnewarên navdewletî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya UNESCO hatiye qeydkirin.

Li ser vê yekê em wekî Desteya Tûrîzmî û Parastina Şûnewaran a Kantona Cizîrê van kiryarên hovane, ne mirovî şermezar dikin û bang li Rêxistina UNESCO û saziyên peywendîdar dikin ku li hember siyasetên hikûmeta AKP û qirkirina çanda gelên Amedê bisekine û cihên şûnewaran ên li herêmên Kurdan biparêzin.”


QAMIŞLO